Li Nisêbînê wesayîta zirxî hate derbkirin

Li Nisêbînê ku şerên dijwar lê diqewimin, endamên YPS’ê wesayîteke zirxî derb kirin.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê şerên dijwar pêk tên. Di şerên li taxên Dîcle û Yenîşehîrê giran bûne de endamên YPS û YPS-JIN’ê li hember wesayîtên zirxî yên tax dorpêç kirine çalakî li dar xistin. Piştî çalakiyê di tankekê de xisarek mezin çêbû.

Tanka derbxwarî bi alîkariya tankek din ji navçeyê hate derxistin, têkîldarî mirî û birîndaran hê agahî nehatin girtin. Gelek ambûlans veguhestin herêmê.