Li Mûşê çalakiya sabotajê

HPG'ê diyar kir ku roja 23'ê Mijdarê saet di 08:00 de li nêzî gundê Dêrik ê li pêşiya navçeya Mûş Gimgimê, li hemberî wesayîteke zirxî ya artêşa Tirk a li ser rê kontrol dikir, çalakiyeke sabotajê hatiye kirin.

HPG'ê diyar kir ku roja 23'ê Mijdarê saet di 08:00 de li nêzî gundê Dêrik ê li pêşiya navçeya Mûş Gimgimê, li hemberî wesayîteke zirxî ya artêşa Tirk a li ser rê kontrol dikir, çalakiyeke sabotajê hatiye kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku roja 21'ê Mijdarê saet di 20:00 de, komek gerîla ya li girê Kewanê yê di navbera tabûrên Zevê û Keraşa yên li herêma Gabarê bi erka xwe radibû, rastî êrîşa artêşa Tirk a bi tankan hat.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di vê êrîşê de hevalê me Şoreş Botan şehîd ket. Di 22'ê Mijdarê de artêşa Tirk careke din heman herêm bombe kirin û bi helîkopterên Skorsky leşker veguhast herêmê. Operasyona li vê derê heman rojê bi dawî bû. Piştî operasyonê tabûrên Zevê û Keraşa obus û hawan avêtin herêmê.

22'ê Mijdarê saet di 10:30 de, 2 gerîlayên me li herêma gundê Bateytê yê navçeya Amed Hênê bi erka xwe radibûn, ketin kemîna artêşa TC. Di şerekî demkurt ê li vê derê de hevalê me Şevger Çalak şehîd ket, hevalê me yê din vegeriya baregeha xwe.

23'ê Mijdarê saet di 08:00 de li nêzî gundê Dêrik ê li pêşiya navçeya Mûş Gimgimê, li hemberî wesayîteke zirxî ya artêşa Tirk a li ser rê kontrol dikir, çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 6 leşker birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa Tirk li herêma Karaseyît, Dêrik, Tirba Sor, Dogdam ên Gimgimê û Ava  Mûradê derket operasyonê. Operasyon êvara heman rojê bi awayekî bê encam bi dawî bû.

Roja 23'ê Mijdarê, qereqola Oremarê ya li herêma Avaşînê, saet di navbera 10:00-12:00 de qada li derdora xwe, saet di navbera 22:00-00:00 de girê Şehîd Gafûr, ji saet 20:00 heta saet 03:00 ê 24'ê Mijdarê derdora girê Şehîd Rahîme, Dola Satê, Dola Şehîd Rahîme û Dola Şehîd Afad bi obus, hawan, tank û katyûşayan bombe kirin.

23’ê Mijdarê saet di navbera 14.00 - 15.00’an de qereqola Tepê Sor a li ser xeta herêma Metîna; girên Şehîd Şoreş û Şehîd Mazlûm bi obus û hawanan bombe kir.

23’ê Mijdarê saet di navbera 14.00 - 22.30 de li ser herêma Avaşîn saet di navbera 12.30-22.30 de li ser herêma Zapê pêgerên hewayî yên bê mirov geriyane.

23’ê Mijdarê saet di navbera 14.00 - 22.00 de li herêma Avaşîn alanı, di navbera saet 13.00 - 13.30 û  19.30 û 24’ê Mijdarê saet 02.00 de li herêma Zapê tevgera balafirên şer rû daye.”

Nasnameya gerîlayê HPG’ê yê li Gabarê jiyana xwe ji dest daye wiha ye:

Nasnav: Şoreş Botan

Nav-Paşnav: Nûrî Akalin

Cihê Jidayikbûnê: Mûş

Navê dayik-bav: Beyaz – Muhsîn

Dîrok û Cihê Şehadetê: 21’ê Mijdara 2015 / Gabar

Nasnameya gerîlayê HPG’ê yê li gundê Bateyte yê girêdayî navçeya Hênê ya Amedê jiyana xwe ji dest da wiha ye:

Nasnav: Şevger Çalak

Nav-Paşnav: Mustafa Kilinç

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê dayik-bav: Asiye – Hidir

Dîrok û cihê şehadetê:  22’ê Mijdara 2015 / Amed

...