Li Meletiyê Radyoya Ozgur Guneşê hat girtin

Radyoya Ozgur Guneş a li Meletiyê weşand dikir bi hinceta Biryarnameya di Hikumê Qanûnê de (KHK) ku hat girtin.

Li Meletiyê, bi hinceta KHK ya 668 nimreyî ya piştî îlankirina OHAL’ê hat derxistin, Radyoya Ozgur Guneşê jî hat girtin. Di saetên êvarî de polîsan avêtin ser avahiya Radyoya Ozgur Guneşê ya ku li Meletiyê bi piranî weşana xwe bi Kurdî dikir. Polîsên ku bi ser radyoyê de girtin weşana wê rawestandin û amûrên sereke yên li radyoyê tomar kirin û deriyê avahiya radyoyê mohr kirin.

Hat ragihandin ku radyo ev du sal in weşanê dike û heta niha ji aliyê RTUK’ê ve qet ceza lê nehatiye birîn.