Li dijî Nisêbînê êrîş didomin

Çeteyên Qesrê êrîşên xwe yên qirkirinê li ser Nisêbînê didomînin.

Çeteyên Qesrê êrîşên xwe yên qirkirinê li ser Nisêbînê didomînin.

Li ser navçeya Nisêbîn a Mêrdînê dorpêç û êrîşên qirkirinê dewam dikin. Ji wesayîtên zirxî yên li derdora nexweşxaneya kevin û Rêya Îpekê hatine bicihkirin, tax bi obus û topan tên bombekirin. Li navçeya di bin bomberdûmana dijwar de mal û kargeh ji aliyê çeteyên Qesrê tên şewitandin.

Li navçeya ku bomberdûman bênavber didome, jiyana 30 hezar şêniyên navçeyê di xeteriyê de ye.