Li Bremenê meşa dirêj ya 2 rojan destpê kir

Kurdistaniyên li bajarê Bremen ê Elmanyayê û derdor, bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan maşa dirêj ya 2 rojan li dar xistin.

Kurdistaniyên li bajarê Bremen ê Elmanyayê û derdor, bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan maşa dirêj ya 2 rojan li dar xistin. Meş wê ji bajarokê Oldenbûrg Hûde heta Delmenhosrt bidome. Meşvan wê di roja duyemîn de ji Delmenhorst bigihêje Bremenê.

Meşa ku bi sedan Kurdistanî û dostên wan sirûda Ey Raqîb gotin û rêz girtin, di saetên danê sibehê li pêşiya avahiya HBF’e Hûde destpê kir.

Li ser navê komîteya rêxistinê daxuyanî hat dayîn, di daxuyaniyê de bal kişandin ser tecrîda li ser Ocalan û qetlîamên li Cizîrê. Hat ziman ku hikûmeta Elmanya alîkariya xwe ya leşkerî, ekonomî, û siyasî ya ku dide dewleta Tirk divê demildest bi dawî bike.

Piştî axaftinan bi sirûda Çerxa Şoreşê û wêneyên Ocalan, YPG,YPJ, HPG’ê û bi pankartên “Ji bo Ocalan azadî, ji bo Kurdistanê aşitî”, “Qetlîamên dewlet Tirk ê li Kurdistanê dawî lê bînin”, “ Li hember qetlîamên dewleta Tirk a li ser Cizîrê bêdeng nebin” û “ Em qetlîamên li ser Cizîrê şermezar dikin” ve dest bi meşê kirin. 

Meş bi belavok, dirûşm û sirûdan bi awayekî bi moral berdewam dike. Tê payîn ku meşvan îro saetên şevê de bigihêje bajarê Delmenhorstê. Girse jî sibehê wê ji Delmenhorstê bigihêje Bremenê.

...