Li başûrê Minbicê 2 gundên din hatin rizgarkirin
2 gundên din ên li başûrê Bendava Tişrînê ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin.
2 gundên din ên li başûrê Bendava Tişrînê ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, gundên Nafiliyê û Til Osman ên li başûrê Bendava Tişrîn^ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin û rizgar kirin.
Di şerê li vir de gelek çete hatin kuştin û tevî 19 cenazeyan çekek BKC û roketek RPG ketin destê şervanan.
Li aliyê din, 3 wesayîtên bombebarkirî ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ve hatin rûxandin.