Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mamosteyan xwepêşandan kirin

Ji ber binpêkirinên mafê mamosteyan, giraniya buhayê kel û pelan, meaşa kêm û yekdestkariya perwerdeyê mamosteyên hin bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi çalakiyan nerazîbûn nîşan dan.

Di rojên destpêkê yên vebûna dibistan û demsala xwendinê de doh li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mamosteyan bi armanca balê bikişînin ser binpêkirinên mafên mamosteyan, meaşa kêm û giranbûna buhaya kel û pelan çalakiyên nerazîbûnê nîşan dan.

Di hin çalakiyan de hilgirtina dowîzên ku li ser wan daxwaza serbest berdana mamosteyên hatine girtin hebû bal kişand. Her wiha daxwaza 'Perwerdeye bêberamber mafê zarokan e' û 'ji perwerdeya siyasî re na!' hat kirin.

Merîwan, Îlam, Sine, Tehran, Xorasan, Êsfehan, Lorêstan, Kohgîlûyê û Bûyêr Ehmed, Mazenderan, Yezd, Çarmehal û Bextiyarî, Kirmaşan, Seqiz û gelek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê navê bajarên ku çalakî li wan hatibû lidarxistin.