Li Awûstûryayê pişgiriya ji bo zarokên Cizîr, Sûr û Silopiyayê

Li Awûstûryayê ji bo zarok û malbatên Bakurê Kurdistanê kampanyaya piştgiriyê hat destpêkirin.

Li payexta Awûstûrya Viyanayê, bi Komeleya Piştgiriya Rojava ya ku navenda wê li Amedê ye, hevpar kampanyayek hat destpêkirin.

Ji bo zarok û malbatên di terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê de ziyan dîtine, di bin navê ‘Koliyekê jî tu bide” di çarçoveya kampanyaya ku dayî despêkirin de, kolî gihiştin Kurdistanê. Ji bo bi sedan malbatên pêdiviyên şîrê zarokan, paçê zarokan û pêdiviyên bingehîn ên jiyanê hatin radestkirin.

Kampanya di meha Çileyê de hatibû destpêkirin, li tevahiya Awûstûryayê rastî eleqeyek mezin hatibû. Di demek kurt a ku kampanya hat destpêkirin de biletên piştigiriyê hemû hatin firotin.

 ‘DEWLETÊ HER DEVER DAGIR KIR’

Yek ji rêvebera kampayayê Tulay Koçer wiha anî ziman: “ Dewleta Tirk, di çarçoveya projeyên îmha û koçberiyê yên li ser herêmên Kurdistanê malan bombardûman dikin û talan dike. Di şerê ku li hember gelê Kurd hatî destpêkirin de yên ku herî zêde ziyanê dibînin zarok in. Me ji di serî de dest bi kampanyayek bi vî awayî kir. 8. 200 Eûro hat komkirin.

SIPASÎ Û BANG

Hevsrokên Komeleya Piştgiriya Rojava, sipasiya xwe ji bo kesên ku pişgirî kirine ragihand û ji bo berdewamkirina kampanayayên bi vî awayî bang hatin kirin.