Li Awûstûryayê ji du aliyan ve meşa dirêj a 2 rojan wê bê lidarxistin

Kurdên li Awûstûryayê dijîn bi armanca protestokirina 18. Salvegera Komploya navneteweyî û ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji du aliyan ve meşa dirêj a 2 rojan wê bê lidarxistin.

Kurdistaniyên li Ewropa dijîn amadekariyên xwe yên ji bo protestokirina 18. Salvegera Komploya Navneteweyî dikin. Li bajaran amadekariyên meşên dirêj tên kirin û wê balê bikişînin tecrîda li ser Ocalan.

Li Awûstûryayê wê ji du baskan ve meşên dirêj bên lidarxistin. Meşa yekem wê sibehê bê lidarxistin, bi beşdariya Kurdistaniyan ji Viyana, Graz, Lînz, Wwls, Ternîtz û St. Poldenê heta paytext Viyana jî berdewam bike. Meş wê bi mîtînga li pêşiya avahiya Parlementoya Viyanayê bi dawî bibe.

Baskê duyemîn jî, bi beşdariya Kurdistaniyên ji Bregenz, Insbrûck û derdora wê destpê dike, wê fînala mîtînga xwe li pêşiya avahiya Parlementoya Eyaleta Brengenzê pêk bîne.