Li Amedê polîsan êrîşî gel kirin: Zarokekî 16 salî hat qetilkirin

Li Amedê, ku esnafan dikanên xwe venekirine û welatiyên li qûşxaneyan dixin, berxwedana gel a li hemberî komkujiyên dewletê dewam dike. Li nava kolanên Amedê jî bi dehan maşînên zirxî û wesayîtên Ford Ranger digerin.

Bi armanca şermezarkirina komkujiya li Cizîrê, bi hezaran kes li Amedê daketin kolanan. Lê belê polîsên Tirk êrîş kirin. Di encama êrîşê de, zarokê bi navê Mahmût Bûlak ê 16 salî, ji ber guleya polîsan a li serî ket, jiyana xwe ji dest da.

Bi pêşengiya DBP, HDP, KJA û KCD'ê, ji bo şermezarkirina komkujiya li Cizîrê, parlamenterên HDP'ê Sîbel Yîgîtalp, Dîrayet Taşdemîr, rêveberên HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyan jî di nav de bi hezaran kes ji Parka Koşûyolû dest bi meşê kirin.

Girseya gel bênavber dirûşmên "Dewleta kujer, ji Kurdistanê bicehime", "Ji gerîlayên li Sûrê li ber xwe didin re hezar silav", "PKK gel e gel li vir e", "Bijî berxwedana Cizîrê" qîriya. Lê belê polîsan bi gaza îsotê ya çavan dişewitîne û ava şid êrîşî gel kirin.

Pevçûna bi êrîşa polîsan re destpê kiri li kolana Emek, semtên Koşûyolû û Ofîsê belav bû. Girseya gel di nava kolanan de dest bi xweparastinê kir.

GEL LI BER XWE DIDE, MAŞÎNÊN ZIRXÎ LI NAVA KOLANAN DIGERIN

Li Amedê, ku esnafan dikanên xwe venekirine û welatiyên li qûşxaneyan dixin, berxwedana gel a li hemberî komkujiyên dewletê dewam dike. Li nava kolanên Amedê jî bi dehan maşînên zirxî û wesayîtên Ford Ranger digerin.

CIWANEK QETIL KIRIN

Di vê navçerê de şerê li gelek cihên bajêr belav bû.

Li semta Kûrûçeşme, zarokê 16 salî Mahmût Bûlak ji ber guleya polîsan a li serî ketî bi giranî birîndar bû. Bûlak ê rakirin Nexweşxaneya Baglarê ya Taybet, jiyana xwe ji dest da.

...