Li Amedê civîna ‘referandûma bi hîle’: Xwedî li Xwerêveberiyê hate derketin

KCD, TJA, DBP, HDK û HDP’ê têkildarî referandûmê, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya bajêr îro civînek lidar xistin.

Li Amedê sazî û dezgeh têkildarî encamên hîleyên refernadûmê civînek lidar xistin. Di civînê de Berdevka TJA’yê Kaşan axivî û diyar kir ku li Tirkiye û Kuridistanê tevgera jinê di nava serhildanan de ne û got: “Em ê li dijî vê dengdana hîleyan têkoşîna xwe bidomînin.” Hevseroka KCK’ê Guven jî diyar kur ku gel bi gotina ‘NA’ xwedî li Xwerêveberiyê derketine, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Şîmşek jî wiha got: “Kurdên ku Xwerêveberiya Demokratîk parstin bi ser ketine.”

KCD, TJA, DBP, HDK û HDP’ê têkildarî referandûmê, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya bajêr îro civînek lidar xistin. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku di civînê de axivî, diyar kir ku gel destûrekî bingehîn a nû dixwazin lê destûrekî bingehîn ku hevû gelan digire nava xwe dibê bê amadekirin. Guven destnîşan kir ku AKP bi serê xwe tevger dike, bibîr xist ku divê gelên Tirkiyeyê bibîne ku li Kurdistanê gel di bin siya çekan de çûn deng bikar anîn. Gûvan bal kişand ku hê starta hilbijartinê nehate dayîn, dest bi operasyona qirkirina siyasî hate kirin.

 ‘BI XWESEKA QEBÛLKIRINA XWERÊVEBERIYÊ GOTIN NA’

Guven diyar kir ku dema li Pirsûsê xebatên hilbijartinê birêve dibirin, polîsên tîmên taybet nîşana nîjatperestiyê hildane û karê wan asteng kirine, çi bikin bila bikin wê gelê Kurd dev ji têkoşîna xwe bernedin. Guven diyar kir ku gelê Kurd di referandûmê de bi gotin ‘NA’ bersiv dan, tevî hemû qetlîamên li bajarên xwerêveberî lê hate îlankirin jî gel di pejirandina xwerêveberiyê de israr kirin. Guven diyar kir ku daxwaza gel a erêkirina xwerêberiyê peyamekî girîng e û got: “Yên ku dibêjin ji Kurdistanê deng ji bo AKP’ê çû bila carekî din li rewşa Kurdistanê binêre.Sindoq di destê leşker û cerdevanan de bûn. Muşahîd hatin binçavkirin, deng hatin dizîn. Tevî vê jî di rêjeyek mezin de dengê ‘NA’ derket.”

Guven a ku diyar kir ku gel xwedî li ‘NA’ yên xwe derketin, li meterepolan gel rabûye ser piyan û xwedî li dengên xwe derdikevin. Guven wiha got: “Kesê herî dawî li ser dengê Kurdan baxive kesên mîna Mîroglû ne. Divê raya giştî rast bê agahdarkirin. Tevî hemû tiştî jî birêya çapemeniya azad em ê dengê xwe bigihînin.”

 ‘TEVÎ HEMÛ XEXT Û ÊRÎŞAN JÎ…’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Gulcîhan Şîmşek jî diyar kir ku ‘NA’ ya ku di referandûmê de, bi saya têkoşîna gelan derket. Şîmşek destnîşan kir ku tevî hemû zext û êrîşan jî gelê Kurd stû xwar nekir li ber xwe dide. Şîmşek wiha got: “Li dijî êrîşên di dema Newrozê de me peyama xwe da. Hîleyên YSK’yê ji aliyê gel ve nehatiye qebûlkirin. Ev destûra bingehîn gel kiriye du parçe. Ji bo vê divê referandûmekî nû û bi adil pêk bê. Li vî welatî cihê yekesiyê nîne. Kurdên ku xwerêveberiya demokratîk parstine bi ser ketine.”

‘EM Ê LI DIJÎ ENCAMÊN BI HÎLE TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’

Berdevka TJA’yê Fatma Kaşan jî diyar kir ku li Kurdistana ku nêzî 5 hezar kes koçber bû, divê rêz ji gelê ku deng dane ‘NA’yê re bigirin. Kaşan diyar kir ku gelê Kurd bi destûrekî bingehîn ku îmha û tinekirina gel dike hedef re rû bi rû ye. Kaşan got, Kurd xwedî sekenekî ya NA’yê ne. Kaşan wiha pêde çû: “Jinan di referandûmê de bi ruhê 8’ê Adarê tevger kirin. Li Kurdistanê bi awayekî navîn ji sedî 70’ê dengê ‘NA’ derketibe, roja hilbijartinê li dijî sindoqan darbeyek hate kirin. Em encaman qebûl nakin. Em ê li dijî van hîle û fêlbaziyan têkoşîna xwe bidomîni.