Koordînasyona Êzidî: Daxwaza derketina PKK'ê ji Şengalê, daxwaza komkujiyeke nû ye

Koordînasyona Civaka Demokratîk a Êzidiyan got, "Yên dixwazin PKK ji Şengalê derkeve, dixwazin fermanek din li ser civaka Êzidî pêk bînin."

Koordînasyona Civaka Demokratîk a Êzidiyan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, tevî ku du sal di ser fermanê re derbas bûne, hê jî Êzidiyan nekarîne travmaya giran ji ser xwe bavêjin.

 Koordînasyonê da xuyakirin, ku di demên dawî de lîstikên qirêj li ser Şengalê û civaka Êzidî tên lîstin û wiha pê de çû:

"Du sal in gelê me ji hemû alîkariyan bêpar hatiye hiştin û ambargo li ser tê meşandin.
 
Tevî ku du sal di ser fermanê re derbas bûne jî, hê ew travmaya giran nekariye ji ser xwe bavêje. Piştî fermanê ji aliyekî hewl dide birînên xwe derman bike, li aliyê din jî hewl dide ji nû ve jiyana xwe ava bike. Gelê me tevî hemû şert û mercên zehmet ên jiyanê û bê derfetiyan, çiyayê Şengalê berneda û hebûna xwe didomîne. Alîkariyên ji aliyê saziyên alîkariya navneteweyî ve tên şandin, ji aliyê hikûmeta herêmê ve weke rantekê li dijî gelê ne pê re ye bi kar tîne û ji hemû alîkariyan bêpar dihêle. Gelê me du sal in ji hemû alîkariyan bê par hatiye hiştin û li ser Şengalê ambargoyekî nehatî îlankirin tê meşandin. PDK’ê deriyên li Başûr hatin vekirin girt, pêşî li bazirganiyê girt, li ser gelê me yê Şengalê ew çend jiyan teng kiriye ku heya nikarin nexweşên xwe jî bibin doktoran. Bi van hemû ferzkirinan re dixwazin ku gelê Şengalê xwe radestî wan bike.
 
Yên ku civaka Êzidî bi komkujiyê re rû bi rû hiştin, radestî çeteyên DAIŞ’ê kirin, li cihê hesaba vê bidin, berevajî wê îro fermanê bi şêweyên cuda li ser civaka me ya Êzidiyên Şengalê berdewam dikin.
 
Hêzên cuda yên ku hewl didin ji nerêxistinbûn, feqîrî û tengasiyên civaka me ya Êzidî sûdê bibînin, ji bo berjewendiyên tengên xwe yên siyasî bikar bînin, niha jî dixwazin ku Êzidiyan bikin pergalê lîstokên xwe yên qirêj. Dixwazin bi karanîna Êzidiyan, wan berdin hev. Ev hêzên qirêj ên ku li ser Şengalê hesabên wan hene, hewl didin ku bi xistina tovên fesadiyê yên nava Êzidiyan, li ber hev rakin û bi vî şêweyî encam bi dest bixin.
 
JI RÊXISTINBÛNA ÊZIDIYAN DITIRSIN

Rêxistinbûna Êzidiyan, bi xwe rêveberiya xwe kirin û bi xwe pêşxistina sîstema xwe ya parastinê li hemberî dagirkeriya xwe asteng dibînin. Ji bo wê jî xwe lê nagirin û derfet nadinê. Xaka Şengalê xaka pîroz a civaka Êzidî ye. Li Şengalê Êzidiyan bi îradeya xwe, divê bi xwe rêveberiya xwe bikin û divê Şengal ji Êzidiyan re bê hiştin. Ev ne weke îdiaya ku parçekirina Kurdistanê ye. Jiyîna Êzidîtiyê koka me Kurdan e. Divê derfetên naskirina bawerî û çanda cuda bê dayîn, bikaribe xwe bide jiyîn û hebûna xwe bidomîne.
 
Yên ku hê li pey daxwaza çêkirina desthilatdariya xwe li ser Êzidiyane û ji bo vê têkiliyên qirêj pêş dixin, dixwazin bi karanîna Êzidiyan bigehin armanca xwe. Dixwazin ji lewaziyên civaka Êzidî sûdê bigirin, îradeya wan bi pereyan bikirin, weke leşkerên bi pere bikar bînin û hewl didin ji bo berjewendiyên xwe yên teng bikar bînin, dijminên civaka Êzidî ne.
 
'YÊN BÛN SEDEMA KOMKUJIYÊ, DIXWAZIN LI SER XAKA ÊZIDIYAN DESTHILATDAR BIN'
 
Yên bûn sedema komkujiya Êzidiyan, dixwazin li ser xaka Êzidiyan bibin desthilatdar û desthilata xwe bimeşînin. Yên li hemberî civaka Êzidî sûc kirin, bi danîna planên nû pêkanîna sûd didomînin. Di demên dawiyê de bi ketina nava hewldanên nû, mezinên gelê me yê Êzidî, nûnerên wan ên baweriyê, lîderên ruhanî, serokên eşîran dixwazin bînin gel hev û bikin hevalbendên sûcên xwe.
 
'LI ŞENGALÊ HÊ JÎ METIRSIYA DAIŞ'Ê DERBAS NEBÛYE'

Dixwazin li hemberî PKK’ê ku di rojên herî zehmet ên Êzidiyan bi hewara wan hat, civaka Êzidî ji komkujiyê rizgar kir û di vê oxirê de bi sedan şehîd da û xaka wan a pîroz parastin, ên ku di nava hewldanên civaka Êzidî li hemberî PKK’ê derbixînin, di nava lîstokek pir metirsîdar de ne. Ji bo Êzidî bûna xwedî îradeya xwe, parastina xwe û bikaribin bigehin asta bi xwe rêveberiya xwe kirin, ev hemû sedemê hebûna PKK’ê ya mayîna li Şengalê ne. Hîna metirsiya DAIŞ’ê derbas nebûye û hîna jî gelek gundên Êzidiyan di destê DAIŞ’ê de ne. Di bin van şert û mercan de yên ku dixwazin Êzidiyan li hemberî PKK’ê sor bikin, daxwazkirina derxistina PKK’ê ji Şengalê, hewldanên cardin Êzidî bi komkujiyê re rû bi rû hiştin û Êzidî xistina dibin desthilatdariya xwe de ye. Daxwaza derketina PKK’ê ji Şengalê û kirina vê yekê bi destê Êzidiyan, xerabiya herî mezine li hemberî Êzidiyan tê kirine."
 
Koordînasyona Civaka Demokratîk a Êzidiyan di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir; "Divê civaka me ya Êzidî firsendê nede yên xiyanet li wan kirine. Yekîtiya xwe çêbikin, rêxistinbûna xwe çêkin û lîstokên li ser wan tên ferzkirin xera bikin. Ji yên rê li hemberî fermanê vekirin re, li hemberî civaka Êzidî sûc kirin hesab bipirsin, helwest danin û nebin hevalbendên sûcê wan. Di vê wateyê de divê civaka me ya Êzidî li dahatoya xwe xwedî derkeve, bê ku parastina xwe ji ti kesê re bihêlin pêş bixin, ji fermanên rû dan ders derbixin û em bang li wan dikin ku hişyar bin."