Konvoya HDP’ê bi hinceta ‘kontrola nasnameyan’ hat rawestandin

Konvoya HDP’ê ya ji bo tevlî bîranîna li gundê Bargînî yê girêdayî Xozat a Dêrsimê bibe ket rê ji aliyê polîsan ve hat rawestandin.

Namzetên Parlamenteriyê yên HDP’ê Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn, Hevşaredarên Dêrsimê Nurhayat Altun û gelê wê tevlî bîranînê bibe, demeke dirêj ji aliyê polîsên girêdayî Midûriyeta Polîsan a Navçeyê ya Xozatê bi hinceta, “Em li benda ewraqa fermî ya amîr in” hatin rawestandin.

'DIVÊ DI PÊVAJOYA HILBIJARTINÊ DE NEYÊ PÊKANÎN’

Namzetên HDP’ê diyar kirin ku pêkanîn derveyî hiqûqê ye û gotin: "Me xwest di dema hilbijartinan de ev pêkanîn bên taloqkirin. Me daxwazên xwe ji deverên pêwîst re ragihandin. Careke din ku ev danîn pêşiya me bêsamîmiyetî ye.”

Gel piştî demeke dirêj hat rawestandin, beyî kontrola nasnameyan bidin kirin li wesayîtên xwe siwar bûn û ber bi qada bîranînê çûn.”