Komxebata li Başûrê Kurdistanê qediya

Komxebata ku KNK’ê li Başûrê Kurdistanê bi mebesta ku kêşeyên Başûrên Kurdistanê nîqaş bike 24-25’ê Îlonê li Kerkûkê bi rê ve birî bi nîqaşên germ, bi axaftina Hevseroka KNK’ê Nîlûfer Koç bi dawî bû.

Komxebata ku du rojan dom kirî û bi tevlêbûna nûnerên partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, nivîskar, nûçegihan, rêxistinên jin û ciwanan, ji sê parçeyên din yên Kurdistanê jî, bi tayebî kêşeyên Başûrê Kurdistanê bi hûr û kûr hatin guftûgokirin.

Di komxebatê de tespît û çareseriya kêşeyên Başûrê Kurdistanê, pozîsyona Başûrê Kurdistanê ji hêla hevsengên Rojhilata Navîn ve, pêşxistina siyaseta netwî û rola Başûrê Kurdistanê hatin nîqaşkirin.

Piştî komxebatê encamname ji bo platformê hate pêşniyarkirin. Lê biryar hate standin piştî nîqaşan, bi komîsyoneke ku wê were avakirin, encamname wê ji bo raya giştî were eşkerekirin.

Piştî nîqaşên li ser encannameyê axaftina dawiyê hevseroka KNK’ê Nîlûfer Koç kir. Koç malavaniyê li hemû kesên ku tevlî komxebatê bûyin kir û got, ‘’Di komxebatê de nîqaşkirina kêşeyên Başûrê Kurdistanê, ji bo çareserkirina kêşeyan wê bandorên erênî bike’’

Koç diyar kir di komxebatê de analîz û rexne û rexnedayinên pêşveker hatin kirin û got ji bo hemû partiyan ji bo ku li xw bifikirin û werin ser siyaseteke netewî wê pêşveker be:

‘’Îro Başûrê Kurdistanê ji bo hemû Kurdan xwedî statûyeke girîng e. Lê kêşeyên ku niha dijî ji bo têkoşîna hemû Kurdistnaê dibe astengek. Lê li Rojava têkoşîneke girîng tê jiyîn û em pê bawer dikin di vê pêvajoyê de Rojava wê bibe xwedan statûyekê. Lê yekîtiya ku di nav hêzên parastinê de li gelek deveran pêk hatî di qada siyasî de jî pêk were. Pêknehatina vê kêmasiyeke mezin e. Heke ev pêk were wê pêşî li ber wê veke ku Kurd zûtir mafê xwe bi dest ve bînin. Em hêvî dikin ku ev xebata yekitiya netewî di demeke nêz de rê li ber kongra netewî veke.’’

Ji bo vê jî em vê konferansê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 17 sal in li Îmraliyê li ber xwe dide û hemû têkoşer û Kurdan pîroz dikin.’’