Kobanî çalakiya xwe ya li ser sînor dewam dike

Çalakiya nobedê ya gelê Kobanê ya li dijî hewldana dagirkirina dewleta Tirk dewam dike. Çalakî di kon de dewam dike.

Çalakiya kobaniyan a li hemberî dagirkeriya artêşa Tirk a li ser sînorê di navbera Kobanê û Bakûrê Kurdistanê de berdewam dike. Di roja 3. ya çalakiyê de artêşa Tirk çêkirina dîwarê berdewam dike û hêzên xwe zêde kirin.

Li aliyê din girseya gel bi xwepêşandana li ser sînor, polîtîkayên Tirkiyeyê şermezar dike. Di çalakiya ku zarok, jin, pîr û kal tevlî bûne de dirûşmeyên şermezarkirina Tirkiyeyê tên berzkirin. Çalakvanan her wiha li ser sînor kon veda û çalakiyê didomînin. Çalakvanan dibin kon de dest bi nobedariya sînor kirin.