KCK: Divê gelê me ji bo şehîdan rabe ser piyan

KCK: Divê tevahiya gelê me yê li Kurdistanê û metropolan rabe ser piyan û xwedî li şehîdên me derkeve. Pêwîste tevahiya hêzên demokrasiyê bi gelê me re xwedî li şehîdan derkevin û li her cihî ev şehîdên me bi heybetî werin veşartin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Ne tenê gelê Silopiyayê, divê tevahiya gelê me yê li Kurdistanê û metropolan rabe ser piyan û xwedî li şehîdên me derkeve. Pêwîste tevahiya hêzên demokrasiyê bi gelê me re xwedî li şehîdan derkevin û li her cihî ev şehîdên me bi heybetî werin veşartin."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Dewleta Tirk tevî ku êrîşî hemû nirxên gelê me dike, êrîşî cenazeyên me yên şehîdan jî dike, ku ji bo tevahiya mirovahiyê dest li wan nayê dayîn. Cenazeyên 13 YPG û YPJ'yiyan di nava germa 50 pileyî de li Deriyê Sînor ê Xabûrê tên rawestandin.

Ev yek êrîşek li dijî tevahiya gelê me, li dijî dîrok û pêşeroja me ye. Zîhniyet û hêzeke siyasî ya êrîş gihandiye vê radeyê, dikare her tiştî bike. Eger ev bêhurmetiya li hemberî şehîdên me bê qebûlkirin, wê pêşî li her şêwe êrîş, her şêwe qirêjî, her şêwe hovîtiyê vebe. Divê gelê me nîşan bide ku ew ê heqareta li şehîdên me qebûl neke.

Ne tenê gelê Silopiyayê, divê tevahiya gelê me yê li Kurdistanê û metropolan rabe ser piyan û xwedî li şehîdên me derkeve. Pêwîste tevahiya hêzên demokrasiyê bi gelê me re xwedî li şehîdan derkevin û li her cihî ev şehîdên me bi heybetî werin veşartin. Xwedîderketina li şehîdên me xwedîderketina li hebûna xwe, xwedîderketina li jiyana demokratîk û azad, xwedîderketina li pêşerojê ye."