KCK: Di 18. sala Komployê de em jî AKP’e ya faşîst qirker hesab bipirsin!

KCK: Di 18. sala Komploya Navneteweyî de em bang li gel û dostên xwe dikin ku rabin ser piyan, li hember êrîşên hikûmeta AKP’ê ya faşîst qirker berxwedanek dîrokî raber bikin û hesabên qetlîaman bipirsin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesileya salvegera komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya KCK’ê de wiha hat gotin: “Di ketina 18. sala bi komployek navneteweyî ve esîrgirtina Rêber Apo de em tevahî hêzên di nav komployê de cih girtine bi nefret şermezar dikin, em tevahî şehîdên xwe yên di vê pêvajoya komployê de jiyana xwe danîn holê û li derdora Rêber Apo barîqatek ji agir çêkirin jî bi mînet û rêzdarî bi bîr tînin. Em Rêber Apo yê li Îmraliyê berxwedana herî mezin a dîrokê dide jî bi rêzdarî silav dikin.”

‘KOMPLOYA LI SER RÊBER APO XELEKA HERÎ DAWÎ YA ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ YÊN LI HEMBER GELÊ KURD E’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Komploya 15’ê Sibata 1999’an a bi esareta Rêber Apo bi encam bû, ji aliyê kesên ku piştî 1. Şerê Cîhanê hewl dan nîzama Rojhilata Navîn a li ser qirkirina Kurdan hatiye avakirin dewam bikin pêk hatiye. Hêzên ku bi berdêla Misûl û Kerkûkê damezrandina netew-dewleta ya qirkirinê li ser Kurdan bike dan Tirkiyeyê; di encama li Rojhilata Navîn bikaranîna Tirkiyeyê Rêber Apo girtin esaretê. Li ser vî esasî komploya navneteweyî ya bi esîrgirtina Rêber Apo bi encam bû, derxist holê ku nîzama Rojhilata Navîn a li ser qirkirina Kurdan hatiye avakirin tê dewamkirin. Rêber Apo ji bo şkandina vê nîzamê, ji ber Kurd zane, xwedî daxwaz, birêxistin û têkoşer kir hat hedefgirtin û hat esîrgirtin. Ev komploya li hember Rêber Apo ya di cîhanê de bê hempa, di şexsê Rêberên Kurd de bûye xeleka dawî ya êrîşên qirkirina li ser gelê Kurd. Êrîşa li ser Rêber Apo teqez êrîşa qirkirinê ya li hember gelê Kurd e.

Rêber Apo û PKK hê ji roja yekem ve vê komploya wek êrîşa qirkirinê ya li hember gelê Kurd girtiye dest, têkoşîna li hember komployê û valaderxistina wê bi zanebûna hebûna herî bingehîn a gelê Kurd, têkoşîna azadî û demokrasiyê tevgeriyaye. Rêber Apo piştî dîl hat girtin, dahûrandinên xwe yên bê çawa ev komplo dikare bê valaderxistin; sîstema qirkirina li ser Kurdan çawa dikare bê parçekirin pêş xistiye, berxwedana Îmraliyê ya 17 salan ku her roja wê di nav têkoşînên giran re derbas bûye pêk aniye. 

Rêber Apo û PKK’ê tevahî milên komploya navneteweyî derxistiye zanebûnê, xetek têkoşînê ya rast û bi bandor meşandiye û di astek girîng de komplo vala derxistiye. Komployê kir hedef ku Rêber Apo û Tevgera me ya Azadiyê bê bandor bike, îro Rêber Apo bûyer Rêbertiyek hê bi bandortir, Tevgera me ya Azadiyê jî gihiştiye hêzeke ku dikare hevsengiyên Rojhilata Navîn bandor bike. Gelê me jî bi girêdanek mezin a bi Rêber Apo re li derdora Tevgera me ya Azadiyê civiyan e, îro şer û merc çi dibin bila bibin bûye rastiyek gelê ku ji bo hebûn û azadiya xwe têdikoşe.

Rêber Apo hê di serî de bi şoreşek zîhniyetê ya mezin a di qada avakirina îdeolojîk, teorîk, paradîgmal û civakî de komplo têk biriye. Li dijî sîstema netew-dewlet a qirkerê çandî, bi xeta demokrasiya xwecihî, xweseriya demokratîk û xwerêveberiyê ya îfadeya herî somût a sîstema demokratîk a ku xwe dispêre neteweya demokratîk û civaka bi rêxistinkirî, li dijî komployê her salê wê tijî serketin ve têkoşînek bê navber meşandiye.”

‘KURDISTANA AZAD WÊ TEQEZ ÇÊBIBE’

Di daxuyaniya KCK’ê de wiha hat gotin: 

“Xeta îdeolojîk-polîtîk a Rêber Apo li Rojava serketin bi dest xist, li Bakurê Kurdistanê jî li dijî xeta dewleta qirker bi pêngava xwerêveberiyê ya xwe dispêre civaka demokratîk ve ketiye nav têkoşînek mezin. Îro li Bakurê Kurdistanê di navbera xeta komplogeran û yên komplo vala derxistine de têkoşînek pir mezin dewam dike. Zîhniyeta qirkerê çandî, komploger wê li hember xeta Rêbertiyê ya xwe dispêre demokrasiya xwecihî û xwerêveberiyê têk biçe, Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad wê teqez pêk were.

Komplo vala hatiye derxistin, lê zîhniyeta komploger ji bo dîsa gelê Kurd bixe nav sîstema xwe ya qirkirina çandî bi awayekî wehşî êrîş dike. Li Cizîrê di êrîşa bi tank û topan de bi sedan mirovên birîndar kiriye bi awayekî hovî qetilkirina wan, teqez êrîşa qirkirinê ya li ser gelê Kurd e. Jixwe bi eşkerekirina Plana Islahkirina Şarkê ya nûjen ve armanca qirkirinê ya bi van êrîşana ve dikin hedef danîne holê. Tecrîda giran ya li Îmraliyê û êrîşên li hember gel ên bi sîstema mêtinger qirkerê çandî bi hewldanên Kurdan qir bike pêk tîne, daniye holê ku wê di polîtîkaya qirkirinê de bi israr bin.

 ‘EM XWEDÎ LI BERXWEDANÊN XWERÊVEBERIYÊ DERKEVIN’

Di 18. sala Komploya Navneteweyî de em bang li gel û dostên xwe dikin ku çalakiyên azadiya Rêber Apo û xwedîderketina berxwedanên xwerêveberiyê bikin yek, rabin ser piyan, li hember êrîşên hikûmeta AKP’ê ya faşîst qirker berxwedanek dîrokî raber bikin û hesabên qetlîaman bipirsin. Roj roja li hember desthilatiya AKP’ê ya qirker faşîst berxwedanê ye, li ser esasê berxwedanê bi avakirina Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad ve Tirkiye û Rojhilata Navîn veguherandina baxçeyê xwişktî/biratiya gelan, yekîti û jiyana azad e.”