Ji Tekîn ê 29 sal in di girtîgehê de ye tu agahî nayê girtin

Malbata Şemseddîn Tekîn ê li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê girtî û sirgûnî girtîgeheke din bû, 5 roj in agahî jê nagire. Malbat bi fikar e.

Girtiyê bi navê Şemseddîn Tekîn ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê dihat ragirtin, ev 5 roj in tu agahî jê nayên girtin. 

Tekîn, di sala 1993’yan de bi îdiaya “yekparetî û yekitiya dewletê xera dike” li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) hat darizandin û girtin. Heta niha li 10 girtîgehan hatiye ragirtin. 

Hat zanîn ku Tekîn û girtiyê bi navê Sezaî Damar di 29’ê Mijdarê de sewqî girtîgeheke din hatin kirin lê rêveberiya girtîgehê agahî nedan malbatên wan. 

Malbat û parêzer xwestin xwe bigihînin Tekîn lê hemû hewldanên wan bêencam man. 

Malbata Tekîn û parêzerê wî ji bo ku agahiyan bigirin li girtîgehê geriyan û bersiva; “Ji bo ewlehiyê em nikarin bibêjin bê ka me bi ku de şandiye” jê re hat dayîn. 

Li ser vê yekê fikarên malbatê zêdetir bûn û dixwaze tavilê bizanin bê ka Tekîn şandine ku derê. 

Li gel girtiyên navborî, di 28’ê Mijdarê de 7 girtiyên din ên li heman girtîgehê jî bêyî daxwaza wan li girtîgehên cuda hatin sirgûnkirin. Gardiyanan, di danê sibehê de bi lez û bez her 7 girtî ji qawîşên wan derxistin û şandin girtîgehên cuda. Hat zanîn ku ji girtiyan 3 jê şandina Erziromê, 3 jê şandine Erzînganê û yek jî sirgûnî Tokatê hatiye kirin.