Ji Sûrê dûxan bilind dibe

Li navçeya Sûr a Amedê ku di saetên nîvro de pevçûnên dijwar qewimîn, ji ber topbarana hêzên dewleta Tirk niha dûxan bilind dibe.

Li navçeya Sûr a Amedê li hemberî êrîşên tevkujiyê berxwedana gel jî di roja 72'emîn de didome. Li navçeyê îro bi taybet di saetên nîvro de di navbera hêzên dewletê yên ku êrîşî taxan kirin û hêzên Yekineyên Parastina Sivîl (YPS) de pevçûnên dijwar qewimîn. Ji gelek noqteyên bajêr dengê teqînan bilind bû piştî topbaranê niha ji Sûrê dûxan bilind dibe. Li ser navçeyê her wiha tevgera helîkopteran heye.

Hêzên dewletê yên ku ev 72 roj in nikarin bikevin taxên berxwedanê, qadên jiyanê yên welatiyên dide bir guleyên topê û heya niha bi sedan mal di van êrîşan de bûye kavil.