Ji bo pereyê heqê rê yê mamostayên Başûrê Kurdistanê bûçeyek hate sazkirin

Wezîrê Perwedehiyê yê Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê, ji bo mamoste bikarin biçin dibistanê beşekî buçe hatiye saxkirin. Ji ber kirîza ekonomî bûçe nayê dayîn.

Di daxuyaniya ku îro ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ve hate dayîn; ji bo ku mamoste bikarin biçin dibistanê û werin beşekî bûçe hatiye amadekirin.

Di daxzuyaniy de wiha hat gotin : “Li ser pêşniyarên Serokatiya Desteya Wezîran a di 19’ê Îlona 2016’an de hate kirin, ji bo ku mamoste bikarin biçin dibistanê û werin beşekî bûçe bi armanca alîkariyê hatiye amadekirin. Di biryara Desteya Wezîran a îro hate dayîn de, eger ku rewşa îro ya herêma Kurdistanê raxin ber çavan beşekî bûçe hatiye sazkirin.” Eger ku mercên aborî destdayî bû wê ev bûçe were zêdekirin.

Tevî daxuyaniya wezîriyê jî lê di raya giştî de ev beşa bûçe ku hatiye veqetandin di demê perwerdehiyê ti îfade nake. Her wiha di daxuyaniyê de têkildarî beşa bûçe û demê wê de jî agahiyên zelal nehatin dayîn.