Ji bo Ocalan wê li Amedê çalakî werin lidarxistin

Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku bi ti awayî agahî jê nayê girtin û piştî hewldana darbeyê fikarên li ser ewlekarî û tenduristiya wî zêde bûn, wê li Amedê ji îro û pê ve çalakî bên lidarxistin.

Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Amedê, ji ber fikarên zêde yên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo rakirina tecrîdê biryar dan dakevin qadan. Bernameya çalakiyên bi vê armancê werin lidarxistin, li avahiya DBP'ê ya amedê bi civîneke çapemeniyê hat eşkerekirin.

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Cebbar Leygara diyar kir, ku Tirkiye di pêvajoyeke krîtîk de ye û ji bo ji vê rewşe derkeve divê bi hev re têbikoşin. Leygara anî ziman, ew weke HDP û DBP li dijî hemû darbeyan in, bi qasî li dijî darbeyê ne ewqas jî li dijî Rewşa Awarte ne. Leygara destnîşan kir, piştî hewldana darbeyê tê xwestin dengê muxalîfan bê qutkirin û ew di pêvajoyek ku Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye rawestandin de ne. Leygara bilêv kir, di pêvajoyeke wisa de ew ê nerazîbûnên xwe yên demokratîk nîşan bidin. 

Leygara got: "Divê bi birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin. Bi hevdîtinên Ocalan re wê aştî bê. Ji bo ev yek pê were, wê têkoşîna me dewam bike."

Wekîlê Hevserokê DBP'ê yê Amedê Abdullah Eflatûn jî diyar kir, ew ê 3 rojan saet di 19.00'an de li Parka Koşûyolû heta saet 23.00 çalakiya rûniştinê pêk bînin, dîsa di 26'ê jî bi pêşengiya KJA'yê ji AZC Plazayê heta avahiya KCD'ê bimeşin, roja 27'ê Tîrmehê saet di 17.00'an de li Parka Koşûyolû kom bibin û heta avahiya DBP'ê ya Amedê bimeşin. 

Eflatûn da zanîn, herî dawî wê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP'e Selahattîn Demîrtaş di 31'ê Tîrmehê de li Qada Stasyonê de mîtînga "Ji darbeyê re na, demokrasî aniha" li dar bixin.