Ji 2 gerîlayên birîndar ên dîlgirtî agahî nayê wergirtin

Ji 2 gerîlayên ku di şer de bi birîndarî dîl ketin destê dewleta Tirk a dagirker agahî nayê wergirtin. Malbat bi fikar in.

HPG ji 9'ê Sibatê û vir ve di pozîsyona bêçalakîtiyê de ye. Lê belê ji ber êrîşên dewleta Tirk ku zêde bûne, gelek caran şer diqewime.

Bi taybetî êrîşên artêşa Tirk ên il ser tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Çemço ya li Zapê zêde bûne, lewma jî şer rû dide.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, di şer de gerîla Sarîna (Gulistan Gulmez) a ku sala 1990'î li Mersînê ji dayik bû 2'ê Hezîranê, Xabûr (Hesen Remzî) yê ku sala 1996'an li Efrînê ji dayik bû di 3'ê Hezîranê de bi birîndarî dîl hatin girtin.

Tê gotin, bi rojan êşkence û zext li herdu gerîlayên birîndar hate kirin û îtirafkarî li wan hatiye ferzkirin. Ji ber ku agahî ji herdu gerîlayên dîlgirtî yên birîndar nayê wergirtin, malbatên wan bi fikar in.