HPG'ê li ser bomberdûmana balafirên artêşa Tirk agahî da

HPG'ê li ser êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk ên li hemberî herêma Qendîlê, agahî da.

Navenda Ragihandin û çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşên hewayî yên artêşa Tirk, ku di van du rojên dawî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hat dayîn:

"Roja 22'ê Sibatê saet di navbera 14:00-15:30 de balafirên şer ên artêşa TC, bombe li mintiqeya Kozine ya herêma Qendîlê barandin. Roja 23'ê Sibatê saet di navbera 20:30-22:00 de jî bombe li qada Kortekê barandin. Ji ber vê bomberdûmanê zerar li dehl, rez û malên gundiyan bû."