HPG'ê 4 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan bibîr anî

HPG'ê beriya salvegera damezrandina PKK'ê, 4 gerîlayên di mehên Îlon, Cotmeh û Mijdarê de jiyana xwe ji dest dane, bibîr anî.

HPG'ê beriya salvegera damezrandina PKK'ê, 4 gerîlayên di mehên Îlon, Cotmeh û Mijdarê de jiyana xwe ji dest dane, bibîr anî.

Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hat gotin, "Beriya salvegera damezrandina partiya me PKK'ê, şehadeta 6 hevrêyên me yên di mehên Îlon, Cotmeh û Mijdarê de tevlî karwanê şehîdan bû, careke din nîşan daye ku divê em hîn bêhtir dilsozê nirxên xwe yên giranbuha bin. Rêbertî, tevgera me, gerîla û gel, bi pratîkên xwe re nîşan dane ku bi awayekî bêdawî bi hevalên me yên bi fedaîtî gihaştine asta şehadetê. Bi hezaran hevalên me yên armancên wan ji xwe re kirine armanc, her roj ji bo pêkanîna vê felsefeyê soz didin û têdikoşin, dizanin ku li ser bingeha afirandina civaka demokratîk û azad dikarin bibin bersiv ji şehadetan re û li ser vê bingehê daxwaz û asta têkoşînê bilind dikin.

Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd ketine:

Nasnav: Azad Qelqelî
Nav û paşnav: Yakûp Bedîr
Ji dayikbûn: Wan
Dê û bav: Sûphet-Kahraman
Şehadet: Mijdar 2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Cûdî Faraşîn
Nav û paşnav: Alîm Taş
Ji dayikbûn: Colemêrg
Dê û bav: Yildiz-Enver
Şehadet: Îlon 2015 / Elkê

Nasnav: Rênas Gevda
Nav û paşnav: Vedat Acar
Ji dayikbûn: Şirnex
Dê û bav: Zumeyran-Rahmî
Şehadet: Îlon 2015 / Elkê

Nasnav: Newal Mêrdîn
Nav û paşnav: Emîne Şen
Ji dayikbûn: Mêrdîn
Dê û bav: Mûazzez-Selahattîn
Şehadet: 2011 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Tevî hevalên me Cûdî û Rênas ên di meha Îlonê de di pêngava operasyona şoreşgerî de li Elkê şehîd ketin, em hevalên xwe Azad û Newal ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînin.

Çar hevalên me yên di demên cuda de tevlî refên gerîla bûn, li hemberî komkujî û êrîşên bêperwar yên li hemberî gelê me, çalakî lidar xistin û di dema van çalakiyan de tevlî karwanê şehîdan bûn. Çar hevalên me yên di têkoşîna xwe de xwedî bawerî û biryareke mezin bûn û bi coş meşeke milîtanî nîşan dan, em wan bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û dibêjin ku em ê bi biryardarî xwedî li têkoşîna wan derkevin."

...