HPG: 16 leşker hatin kuştin

Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê bênavber didomin. Di çalakiyan de ku li Colemêrg, Mêrdîn, Şirnex, Agirî û Dersîmê hatin lidarxistin, herî kêm 16 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên ji ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên qirkirinê tên lidarxistin, daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniya HPG’ê de ev detayan cih girtin:

COLEMÊRG

“24’ê Tebaxê saet 15.00’an û 25’ê Tebaxê saet 13.00’an hêzên me li dijî leşkerên ku xwe li mintiqa girê Şehîd Hozan ê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bi cih kiribûn, çalakiyên sûîqestê li dar xistin û di van çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin.

24’ê Tebaxê saet 22.00’an artêşa TC bi pêgerên hewayî yên bi mirov û helîkopterên Kobra re li qada gundên TAlê, Derava Talê û Pagê yên Colemêrgê operasyon daye destpêkirin. Artêşa TC di operasyonê de qad daye ber obus, hewan û helîkopterên Kobra. 25’ê Tebaxê nêzî 30 wesayîtên zirxî ketiye gundê Talê. Operasyon hê jî dewam dike.

25’ê Tebaxê saet 12.00’an hêzên me li dijî leşkerên ku xwe li derdora girê Şehîd Rahîme yê li qada Oremarê ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bi çekên giran çalakî li dar xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê, qereqola Oremarê girê Şehîd Dîren daye ber çekên giran.

MÊRDÎN

25’ê Tebaxê hêzên me li nêzî gundê Deywanê yê mabeyna navçeyên Kerboran û Midyad ên Mêrdînê li ser rêya ku diçe Bendava Ilisûyê çalakiya kontrola rê li dar dixin. Di vê çalakiyê de wesayîteke ku ji bendavê re malzeme dibir ranewestiya û reviya. Li ser vê jî hêzên me bi çekên ferdî wesayît derb kir.

ŞIRNEX

25’ê Tebaxê saet 19.30’an hêzên me navbera gundên Germav û Karçanê yên girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê çalakiya kontrolkirina rê li dar xistin. Li vir 2 kesên ku bi dewlet û AKP’ê re dixebitîn hatin binçavkirin.

AGIRÎ

19’ê Tebaxê artêşa TC li qada Sînega ya Agiriyê operasyonek pêk daye destpêkirin. Heman rojê saet 15.00’an mabeyna hêzên me û leşkeran de şerekî dijwar rû daye. Şer heta 20’ê Tebaxê saet 15.00’an dewam kiriye. Li vir zêdetirî 10 leşker hatin kuştin. Di şer de 4 gerîlayên me şehîd ketin. 23’yê Tebaxê komek gerîlayên me yên ji qada operasyonê derketin, li qada Çemçê careke din ketin nav şer û li vir gerîlayekî me şehîd ket. Dema agahiyên nasnameya hevalê me yê şehîd zelal bibe wê bi raya giştî re bê parvekirin.

DERSÎM

24’ê Tebaxê saet 19.00’an gerîlayên me li dijî qereqola Bîlgeç a girêdayî navçeya Pilûr a Dersîmê çalakî li dar xistin. 7 leşkerên li pêşiya qereqolê hatin hedefkirin, ji van 4 mirin, ên din jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê, artêşa TC qadên derdora ketober gulebaran kiriye. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên MLKP’ê yên li Pilûrê şehîd ketine hate lidarxistin.

5’ê Tebaxê danê êvarî saet 00.00’an artêşa TC rêya Dersîm-Erzînganê li trafîkê girt, li geliyê Harçik qûntarên Malaxebat, Dokûzkayalar, Zargê û Hingirvan operasyona daye destpêkirin. Ber bi danê sibehê saet 03.30’an helîkopterên Kobra li geliyê Harçikê xistin, bi hewanan bombe kirin. Danê sibehê saet 06.00’an helîkopterên Kobra qûntarên Zargê û Dokûzkayalar bi dijwarî bombe kirin. Ev operasyon danê êvarî saet 20.30’an vekişiyaye.

23’yê Tebaxê artêşa TC li qada Bezik a girêdayî Pilûrê operasyonek dabû destpêkirin. Di vê operasyonê de 2 gerîlayên me birîndar bûn, dema gerîlayên me yên birîndar dihatin derxistin jî helîkopterên Kobran, balafirên şer û bi hewanan qad hate bombekirin, bi 2 gerîlayên me yên birîndar re 4 gerîlayên me yên din jî şehîd ketine.”

MAXMÛR

HPG’ê têkîldarî hewldana êrîşa çeteyan a li dijî Wargeha Şehîd Rustem Cûdî jî parve kir û got;

“26’ê Tebaxê (îro) danê sibehê saet 06.00’an li derdora Wargeha Şehîd Rustem ya li nêzî bajarokê Maxmûrê ku 60 kîlometreyan dûrî Hewlêrê ye û girêdayî Mûsilê ye, çeteyên DAÎŞ’ê ketin nav hewldanek êrîşê. 2 çeteyên xwekuj ji hêla Semta Yekem a li başûrê wargehê hewl dan êrîş bikin, piştî ji hêla gerîlayên me û yekîneyên Xweparastinê hatin ferqkirin hatin hedefkirin. Di şerê demkurt de çeteyek hate kuştin, çeteyek jî bêyî bigihêje tu derê xwe teqandiye. Her du çete jî hatin kuştin, dema şer de gerîlayek me jî jiyana xwe ji dest daye. Dema şer de ji şêniyên wargehê welatparêzê bi navê Mehmet Arîf jî jiyana xwe ji dest daye.”

Nasnameya gerîlaya ku jiyana xwe ji dest daye wiha ye:

Nasnav: Denîz Binevş
Nav û Paşnav: Oya Delî
Cihê Jidayikbûnê: Erdexan
Navê Dayik û Bav: Gulîzar - Îsmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 26’ê Tebaxa 2016’an / Maxmûr

...