Hozat: Yekîtiya xwe ava bike û azad bibe

Hozat: Kurd ji bo parastina hebûna xwe û pêkanîna azadiya xwe, neçar e du tiştên bingehîn bike. Yek jê; divê li her derê û her gavê têbikoşe û li ber xwe bide.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat got, "Kurd ji bo parastina hebûna xwe û pêkanîna azadiya xwe, neçar e du tiştên bingehîn bike. Ya yekemîn; divê li her derê û her gavê têbikoşe û li ber xwe bide. Ya duyemîn; yekîtiya xwe ya siyasî û civakî di asta herî xurt de pêk bîne. Kurdan ya destpêkê bi giranî bi ser xistine. Lê belê ya duyemîn; yekîtiya siyasî bi têrkerî pêk neanîne. Qelsiya vê yekê têkoşîna azadiyê ya Kurdan lawaz dike û derî li xeteriyan vedike. Pêwîste ev derî bê girtin û yekîtiya neteweyî pêk were. Eger Kurd îro yekîtiya xwe ya neteweyî ava neke, wê kengî ava bike? Roj roja pêkanîna Yekîtiya Neteweyî ye. Dîrok fermana vê yekê dide Kurdan: 'Yekîtiya xwe ava bike, azad bibe'. Lazim e her kes li gorî vê fermana mezin a dîrokê tevbigere."

Hozat rewşa li Rojava û Başûrê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand:

Êrîşên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Minbic û Babê dewam dikin. Bi dîtina we, armanca dewleta Tirk a ji van êrîşên li Bakurê Sûriyeyê çi ye?

Dewleta Tirk bi êrîşên li Minbic û Babê du tiştan dixwaze. Ya yekemîn; hewl dide gihîştina hev a kantonên Efrîn û Kobanê asteng bike. Eger karibe vê bi ser bixîne, wê hewl bide Minbicê bi dest bixe û ji Efrînê dest bi tinekirina hemû kantonên Rojava bike. Ya duyemîn jî, ku bi qasî ya yekemîn girîng dibîne; dixwaze li Sûriyeyê herêmek berfireh dagir bike û hegemonya û bandora xwe zêde bike. Dixwaze komên çete yên weke DAIŞ, El Nûsra û Ehrar El Şam, ku bi xwe xwedî kiriye û bênavber destekê dide wan, bike hêza serdest a sîstem û rejîma nû ya Sûriyeyê.

MERTALA DAGIRKER A FIRATÊ, MERTALA JI BO DAIŞ'Ê YE

Karakterê rejîma AKP-MHP'ê olperest û nîjadperest e. Lewma polîtîkaya xwe ya hundirîn û derve jî polîtîkayeke olperest û nîjadperest e. Rejîma AKP-MHP'ê ji jinên azad, Kurd, Elewî, Xiristiyan, Misilmanên paqij, Êzidî, demokrasî û azadiyê gelekî aciz e. Rejîmeke dijminê van beşên civakê û nirxan e. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê, Sûriyeyê weke wîlayet-eyaleta xwe dibîne û siyaseta xwe ya têkildarî Sûriyeyê jî bi vê daxwaza ji mîrateya Osmanî mayî, dimeşîne. Armanca bingehîn a dagirkirina Sûriyeyê jî ev e. Rejîma faşîst AKP-MHP dixwaze rejîmeke Sûriyeyê ya fûndamentalîst bafirîne. Ji ber vê yekê, pênc şeş sal in ji DAIŞ'ê û El Nûsra re bûye mertal. Tevgera dagirkeriyê jî, ku navê Mertala Firatê lê kiriye, ne Mertala Firatê ye, ev mertala ji bo parastina DAIŞ'ê ye. Ya rast ew e ku mirov ji vê re bêjin Mertala DAIŞ'ê. Berê ev yek hinekî dizî û veşartî dikir. Bi desteka ji bo rêxisitna çete ev yek dikir. Lê bi vê rêbazê li pêşberî berxwedana YPG/YPJ û QSD'ê encama dixwest, bi dest nexist. Ji ber vê yekê jî bi regnekî vekirî dest bi dagirkirina Sûriyeyê kir, bi van çeteyan re bû yek û hewl dide armancên xwe bi ser bixîne.

AKP'Ê DESTEKA KU DAYE ÇETEYAN, NEDAYE ARTÊŞA XWE

Dema vê dike, di heman demê de xurtbûna meyla demokratîk a li Sûriyeyê li dijî xwe û rêxistinên xwe yên çete weke xeteriyeke mezin dibîne û bi şikandina bandora demokrasiyê dixwaze meyla xwe ya faşîst û mezhebîparêz serdest bike. Şerekî mezhebî, hegemonîk dimeşîne. Dibe sedem ku şerê li Sûriyeyê kûrtir bibe. Rola dîktator Erdogan û AKP a faşîst di dijwarbûna şerê Sûriyeyê de, rola sereke ye. AKP'ê şerê li Sûriyeyê timî sor kir. Ev yek bi destê El Nûsra û DAIŞ'ê kir. Desteka ku AKP'ê daye van çeteyan, nedaye artêşa xwe. Ji ber vê yekê li Sûriyeyê şerekî navxweyî û kaoseke pêşî lê nayê girtin, diqewime. Eger polîtîkaya dagirkerî û mezhebî ya AKP'ê ya li ser Sûriyeyê nebûya, li Sûriyeyê di vê astê de xwîn nedirijiya, êş nedihat kişandin û şer ewqasî dewam nedikir. Sedema sereke ya êş û şerê li Sûriyeyê, Erdogan û AKP ye. Gelê Sûriyeyê vê rastiyê ji bîr nake. Ya ku AKP'ê li Sûriyeyê kiriye, şerkeî mezin û sûcê li dijî mirovahiyê ye. Mijara dadgehê mîna LAHEY'ê ye.

'PIRSGIRÊKÊN SÛRIYEYÊ BI ERÊKIRINA POLÎTÎKAYÊN TALANKER ÊN TIRKIYEYÊ ÇARESER NABE'

Polîtîkaya Cerablûs û Babê ya Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîka, mijarek e divê were rexnekirin. Ji dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Cerablûs-Sûriyeyê, Amerîka û Rûsya berpirsyar in. Bi erêkirina van her du hêzan Tirkiyeyê xwe gihand Ceablûsê û îro xwe nêzî Bab û Minbicê kiriye. Pirsgirêka Sûriyeyê bi erêkirina polîtîkaya talanker a Tirkiyeyê û bi destekkirina vê polîtîkayê çareser nabe. Her pirsgirêka ku Tirkiye bikeve navê, vediguhere kaos û krîzeke mezin. Ji xwe berpirsyarê sereke yê şerê navxweyî yê Sûriyeyê, Tirkiye ye. Çareseriya demokratîk û rasteqîn a li Sûriyeyê, bi dervehiştina Tirkiyeyê dikare pêk were. Bikaranîna Tirkiyeyê mîna çoyekî li dijî gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê, bi kêrî çareseriyeke siyasî nayê. Di heman demê de baweriya van hêzan a li nava gel têk dibe û ev nêzîkatî li exlaqê siyasetê jî nayê. Tirkiye niha weke çekeke ji bo şikandina vîna têkoşînê ya gelan li Sûriyeyê tê bikaranîn. Hewl tê dayîn, bi çoyê Tirkiyeyê Kurd û gelên Sûriyeyê bên terbiyekirin. Ev polîtîkaya ku pragmatîk û dûrî çareseriyê ye, di heman demê de ji exlaqa siyasetê jî bêpar e. Ev polîtîka di nava gelan de bi taybetî di nava Kurdan de rê li ber nerazîbûneke mezin vedike. Di heman demê de hişmendiya 'yekane şertê jiyana azad, xwespartina li hêza xwe ye' di nava gelê Kurd û gelên Sûriyeyê de xurt dike.

Kurd û gelên Sûriyeyê wê xwe li dijî dagirkeriya Tirk biparêzin û şer bikin. Şerê li dijî dagirkeriya Tirk, şerê herî rewa yê parastinê ye li gelemperiya cîhanê. Lewma ez berxwedana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û gelê Minbicê ya li dijî dagirkeriya Tirk ji dil pîroz dikim. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li dijî dagirkeriya Tirk bi rengekî pîroz li ber xwe didin. Lazim e ev berxwedan li gelemperiya Sûriyeyê belav bibe û li dijî dagirkeriya Tirk berxwedana yekbûyî ya gelê Sûriyeyê bê afirandin. Xwedîderketina li Sûriyeyê û avakirina Sûriyeyeke demokratîk, bi têkbirina dagirkeriya Tirk dibe.

Daxwazên faşîzma AKP-MHP'ê yên ji bo dagirkirina Rojava û Sûriyeyê wê di ber wan de bimînin. Wê nikaribin pêşî li Rojava ya Azad-Xweser û Komara Sûriyeyê ya Federal a Demokratîk bigirin. Kurd û gelên Sûriyeyê, wê têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên DAIŞ'ê, bi avakirina Sûriyeya Demokratîk bi ser bixînin. Bila gumana kesî ji vê nebe. Mîna dema bihurî, wê faşîzma AKP'ê li Sûriyeyê jî tufa xwe careke din bialêse.

Artêşa Tirk piştî tevgera dagirkirina Bakurê Sûriyeyê, hêzeke xwe ya mezin li ser sînorê Başûrê Kurdistanê bi cih kir û dixwaze dest bi dagirkirina Başûr jî bike. Gelo, li gorî gotina 'Hûn nikarin me bixin nava sînorên Lozanê' ya Erdogan, helwesteke dagirkeriyê tê nîşandan? Hûn hewldaneke gengaz a dagirkirina Başûr ji aliyê Tirkiyeyê ve çawa dinirxînin? Weke tevger helwesta we wê li dijî vê çi be?

Ji xwe yek ji sedemên bingehîn ên avabûna faşîzma AKP-MHP'ê jî planeke nû  ya dagirkirina Başûr e. li başûrê Kurdistanê baregehên leşkerî yên dewleta Tirk hene, ku ji salên bihurî man e. Dewleta Tirk di vê pêvajoyê de baregehên xwe yên leşkerî xurt dike û baregehên nû yên leşkerî ava dike. Hewl dide Başûrê Kurdistanê veguherîne qereqola Tirkiyeyê. Bêguman dagirkirina Başûrê Kurdistanê dagirkeriyeke nû n îne. Ya ku divê were fêhmkirin ev e; dewleta Tirk dixwaze bi tevgereke mezin a dagirkeriyê, vê dagirkeriya ku di sala 1998'an de dayê destpêkirin mayînde bike û Başûrê Kurdistanê bi temamî bi dest bixe.

Weke ku tê zanîn, sîstema netewe-dewletê ya Tirk, ku li ser înkar û tinekirina Kurdan ava bû, destketî û stauya piştî salên 90'î li Başûrê Kurdistanê derket holê, ti carî qebûl nekir û xwe lê ranegirt. Gotina 'Em ê şaşitiya xwe ya li bakurê Iraqê kirin, li Bakurê Sûriyeyê nekin' a Erdogan, nîşan dide ku hê jî statuya li Başûrê Kurdistanê qebûl nekiriye, hezm nekiriye. We jÎ şopandine; çapemeniya AKP'ê bi rojan nîqaşa 'Kurd li Başûrê Kurdistanê axa xwe berfireh dike û ev xeteriyeke cidî ye' meşand. Ev nîqaş, tirsa mezin a hêzên dewletparêz ên neteweyî yên Tirk û AKP'ê rave dike. Hevgirtina AKP-MHP'ê ji xwe nîşaneya şênber a vê rastiyê ye. MHP'ê hebûna xwe spartiye înkar û tinekirina Kurdan. Partiyeke nîjadperest e ku bi vê armancê ava bûye. Felsefeya wê bi dijminatiya li Kurdan afiriye. Rewşa ku AKP niha ketiye navê, ev e. AKP bûye MHP'yeke duyemîn. AliYê hevpar ê yekîtiya van herduyan, dijminatiya li Kurdan e. Dixwazin dest bidin hev û destketiyên Kurdan bi temamî ji holê rakin. Ev partiya nîjadperest a cotik, ji aliyê siyasî, fîzîkî, aborî û çandî ve dixwazin Kurdan qir bikin. Hewldanên wan ên li dijî Başûrê Kurdistanê jî parçeyek ji vê plana qirkirinê ye. Dixwazin vê planê, bi derxistina şerekî navxweyî li nava Kurdan li Başûrê Kurdistanê, bi cih bînin.

KURD ÊDÎ NIRXÊN XWE YÊN NETEWEYÎ NAKIN QURBANÊ BERJEWENDIYÊN QIRÊJ ÊN DEWLETÊN FAŞÎST-MÊTÎNGER

Bloka faşîst a AKP-MHP dixwaze li Başûrê Kurdistanê Kurdan li ber hev rakin. Bi şerekî navxweyî yê Kurdanr e dixwazin pêşî li yekîtiya Kurdan bigirin û destketiyên heyî yên Kurdan bi şerekî navxweyî tesfiye bikin û Başûrê Kurdistanê bi dest bixin. Ji ber vê yekê hewl didin di navbera gerîla û pêşmergeyan de şer derxînin. Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê dixwaze şerê nava Kurdan li tevahiya Kurdistanê belav bike, Kurdan bi hev bide qirkirin û bi vî rengî ji 'belayê Kurdan' rizgar bibe. Ji bo bicihanîna vê planê dixawze rêveberiya Başûrê Kurdistanê bixe xefikê û bi polîtîkayên taktîkî wan bixapînin. Ji wan re dibêje, 'Werin em bi hev re li Tirkiyeyê, Sûriyeyê qirkirina Kurdan bikin û piştre em li Başûrê Kurdistanê destekê bidin dewleteke Kurd'. Ya ku niha tê kirin, siyaseteke bi vî rengî ya demagojî û xapandinê ye. Bi vê siyasetê dixwaze Kurdan bike dijminê Kurdan, biçûk bixîne, bi kar bîne û piştre bavêje aliyekî. Ev yek di dîroka Tirkan de kevneşopiyek e, ku zîhniyeta nîjadperest a Tirkan beşek ji Kurdan dixapîne û wan li dijî gelê wan bi kar tîne. Tifaqa nîjadperest-faşîst a AKP-MHP'ê ku cesaretê ji vê kevneşopiya pavşerû digire, hewl dide rêveberiya Başûrê Kurdistanê bixe xefikê. Ji bo Xwedê; feraseteke ku li Bakur û Rojava Kurdan qir dike, wê dewletek Kurd nas bike? Ev feraset wê piştî rojevê, di cih de Başûrê Kurdistanê bifetisîne. Gelo pêkane ku dewleteke Kurd li ser qirkirina Kurdan ava bibe û bijî? Kîjan pirtûk wê vê binivîsîne û kîjan dîrok wê qala vê bike? Tiştekî bi vî rengî nabe.

Bloka faşîst a AKP-MHP'ê, heman tişta li Rojava û Sûriyeyê dike, niha li Başûrê Kurdistanê û Iraqê jî dike. Li vir jî Başûrê Kurdistanê û Iraq hatine dagirkirin. Tirkiye Başûrê Kurdistanê weke eyaleta xwe dibîne. Li ser Iraqê jî xwedî heman daxwaz û armancan e. Nîqaşên Lozan û Mîsakî Mîlî hema ji ber xwe e nehatine kirin. Ne rast e ku ev yek tenê weke nîqaşek ji bo siyaseta hundirî bê dîtin. Ev nîqaş berhma feraseta Osmanî û Tûranî ye. Tifaqa AKP-MHP'ê vê rastiyê bi awayekî şênber datîne holê.

Kurd û rêveberiya Başûrê Kurdistanê wê nekevin xefika qirêj a tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê. Bi rijandina xwîna hev, wê mêtîngeriyê xurt nekin. Kurd neçar in vê lîstika qirêj a mêtîngeriyê ji binî ve xera bikin. Bêguman ev jî bi stratejiya yekîtiya neteweyî dibe.

Li dijî van êrîşên li dijî Kurdan, lazim e rêxistin û Hêzên neteweyî yên Kurdan çi bikin?

YEKÎTÎ GELEK TIŞTAN DIDE QEZENÇKIRIN

Ev pêvajoya dîrokî ji bo Kurdan mîna zêr e. Ji bo azadiya Kurdan derfet û firsendên gelekî mezin hene. Kurd ji bo van derfetan bi kar bînin xwedî gelek avantajan e. Di herikîna dîrokê de, dibe ku cara yekemîn e ku di vê astê de zane ne, bi rêxistin in û xwedî hêz û vîna xwe ne. Hişmendiya neteweyî, piştgirî û pêwîstiya bi yekîtiyê, di nava Kurdan de ti carî mîna niha nehatibû dîtin. Ev yek şoreşeke demokratîk a neteweyî ya bêhempa ye. Eger Kurd karibin vê şoreşa civakî bi pêkanîna yekîtiya neteweyî ya siyasî tacîdar bikin, wê bibe ew gel ku şoreşa demokratîk a Rojhilata Navîn pêk anîn e. Kurdistana Azad wê bibe garantiya Rojhilata Navîn a Demokratîk, Rojhilata Navîn a Demokratîk jî wê bibe garantiya Kurdistana Azad.

Eger Kurd yekîtiya xwe ya siyasî pêk nîne, wê xeteriyên gelekî mezin derkevin pêşiya wan. Lewma ev serdema dîrokî ya em di nav de ne, derfetên azadiyê ji bo Kurdan pêşkêş dike. Eger ev derfet neyên bikaranîn wê xeteriyên gelekî mezin der bibin. Kurd dikarin serketineke gelekî mezin bi dest bixin û eger tênekoşin û yekîtiya xwe ava nekin, dikarin gelekî mezin winda bikin.

Cihê ku dîroka mirovahiyê niha lê ye, serdemeke dîrokî ye. Şerê Sêyemîn ê Cîhanê yê li herêmê diqewime, wê herêmê ji nû ve dîzayn bike. Di nava vê pêvajoya şer de, sîstema herêmê jî wê bi rengekî nû ava bibe. Her gel û nasnameya civakî ya têdikoşe û yekîtiya xwe xurt dike, wê di nava vê sîstemê de cihê ku mafê xwe ye werbigire û hêzên bi tenê li rewşê temaşe dikin û bi rengekî parçebûyî tevdigerin jî wê têk biçin. Di nava vê rastiyê de, rewşa Kurdan ji bo çarenûsa xwe û ya gelên herêmê diyarker e. Eger Kurd azad bibin, wê li Rojhilata Navîn jî demokrasî bi ser bikeve. Eger Kurd têk biçin wê gelên li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê winda bikin. Ji ber vê yekê potansiyela Kurdan gelekî girîng û diyarker e.

YEKÎTIYA XWE AVA BIKE, AZAD BIBE

Kurd ji bo parastina hebûna xwe û pêkanîna azadiya xwe, neçar e du tiştên bingehîn bike. Ya yekemîn; divê li her derê û her gavê têbikoşe û li ber xwe bide. Ya duyemîn; yekîtiya xwe ya siyasî û civakî di asta herî xurt de pêk bîne. Kurdan ya destpêkê bi giranî bi ser xistine. Lê belê ya duyemîn; yekîtiya siyasî bi têrkerî pêk neanîne. Qelsiya vê yekê têkoşîna azadiyê ya Kurdan lawaz dike û derî li xeteriyan vedike. Pêwîste ev derî bê girtin û yekîtiya neteweyî pêk were. Eger Kurd îro yekîtiya xwe ya neteweyî ava neke, wê kengî ava bike? Roj roja pêkanîna Yekîtiya Neteweyî ye. Dîrok fermana vê yekê dide Kurdan: 'Yekîtiya xwe ava bike, azad bibe'. Lazim e her kes li gorî vê fermana mezin a dîrokê tevbigere.

Pêwîste rêxistinên siyasî yên Kurdan li hev bicivin, div ê pêvajoya diyarkirina çarenûsê de nîqaşên berfireh bikin, yekîtiya xwe ya stratejîk pêk bînin û bi bawerî ber bi siberojê ve bimeşin. Mîna berê, weke tevger em niha jî amade ne di vî warî de bi her awayî fedakariyê bikin. Di nava vê demê de me bi gelek rêxistin, partî û saziyên Kurdan re hevdîtin kir, nîqaş kir. Girîng e hewldanên bi heman rengî ji aliyê her partî û rêxistinên siyasî ve bê kirin û ev yek veguhere feraseteke hevpar. Encamên ku di mijara yekîtiya neteweyî de me bi dest xistine, di van rojan de em ê bi daxuyaniyeke girîng ji raya giştî re eşkere bikin. Em hêvîdar in, ev daxuyaniya me wê bibe bersiv ji hesreta gelê me re û her kes wê desteka pêwîst bide.