BI DÎMEN

Hikûmet Mexmûriyan ji kar derdixe, gefan li wan dike

PKD, derketina welatiyên Kampa Penaberan a Mexmûrê asten dike û dawî li karê sedan welatiyên ku li Hewlêrê kar dikin anî.

Di nava hefteya dawiyê de jimara kesên ku ji kar hatin derxistin ji sedî derbas kir û ji aliyê maseyê sîyasî yê ku li Asayîş Giştî a Başûrê Kurdistanê derket holê, ku zextê dikin ku ji Hewlêrê der bixin.

Li gel derxistna Mexmûriyên penaber ji aliyê heman maseyê li Asayîşa Giştî ve zextê li welatparêzên ku li Bakurê Kurdistanê ji ber ‘Doza KCK’ê’ neçar mane ku li Başûrê Kurdistanê bi cih bibin jî rastî heman nêzîkatiyê tên û tên lêpirsîn. Ev kes ji aliyê Asayîşê ve tên hedef kirin û cihên kar ên aîdî wan tên girtin, her wiha di aliyê ku neçin cihê HDP’ê jî gefan li wan dike.

LÊPIRSÎNA MASEYA SIYASÎ DIKIN, JI KAR DER DIXIN

Yên ku ji Hewlêrê ji kar der dixin, cihê biçûk ên kar, dikan û cihên kar vedixwînin asayîşê û îfadeya wan digirin û piştî belgeya ku bi wan dide îmzakirin û şûn de ji kar derdixin, ji bo ku carekî din neyên Hewlêrê jî hişyar dikin.

Asayîşa Giştî li gel zextê li Mexmûriyan dike têr nabîne welatiyên ku ji Bakurê Kurdistanê ji ber ‘Doza KCK’ê’ hatine jî navnîşanê wan tespît dikin. Hate diyarkirin ku kesên ku têkiliyên wan bi Partiya HDP’ê re heye vedixwînin asayîşê û gefan li wan dike û ji ber vê nêzîkatiya wan belgeyekî bi wan dide îmzekirin û şopa tiliyên wan jî digirin.

 ‘EGER KU EV PÊVAJO DEWAM BIKE WÊ BERTEKÊN ME CUDATIR BIBE’

Bertekên Mexmûriyên ku li dijî pêkanînên Hikûmeta Kurdistanê wiha ne:

Rêveberê Komîteya Karkeran a Mexmûr Nûredîn Ziravikî: Kiryarên tên kirin em qebûl nakin. Ne mimkûne ku derxistina karkerên me ya ji kar em bi pejirînin. Di wê baweriyê de ne ku hikûmet Kurdistanê û bi taybet PDK dev ji polîtîkayên qirêj ên li ser kampa me û karkerên ku diçin Hewlêrê bi dawî bikin. Eger ku ev helwest dewam bike, wê bertek û nêzîkatiyên me yên li beramberî van cuda be. Heta dawiyê em ê gelê xwe biparêzin.

Têkildarî van hewldanan heta niha ti agahdarname yan daxwazname nehatiye şendin. Eger ku rewş bi vî awayî bû polîtîkayên dewleta Tirk a ku li Bakur li ser Kurdan dide meşandin êdî her cihê ku Kurd lê be hewl bide ku zeft bike. Ji ber ku cihên kar ên karkerên me tên tesbîtkirin, di lêpirsînên maseya siyasî ya ku li Asayîş Başûrê Kurdistanê hatî danîn de hinek ji wan bi Tirkî daxivin, bi Tirkî pirs ji wan dike. PDK û MÎT bi hev re vê lêpirsînê dikin. Hêviya me ew e ku Hikûmeta Başûr bi Tirkiyeyê re ne di nava hevkariyê de be, ev hewldan ji ber xwepêşandanên di demên dawî de tên kirin be. Ji xwe ev jî nayê qebûlkirin. Mixabin tevî bidawî bûna xwepêşandanên memûran jî, hê rê nayê dayîn ku karkerên me biçin kar.

Endamê Komeleya Karkerên Mexmûr Azîz Kara: Di nava hefteyekê de bi sedan karker ji Hewlêr û Silêmaniyê ji kar hatin derxistin. Ev 23’ê sal in em li Kampa Mexmûrê dijîn, em ti ziyan û xeterî ji bo kesê çênekirye. Di rewşekî bi vî awayî de bi pêkanîna kiryarên bi vî awayî karkerên me ji kar derdixin? Divê ji bo vê yekê daxuyaniyek bê dayîn. Lê daxuyaniyek bi vî awayî nîne. Wê demê çawan dizanin Mexmûrî li kû kar dikin, cihên wan ên kar li kû ne tespît dikin, bi zorê daxwazî asayîşê dikin, lêpisîn dikin… ev hemû cihê pirsînê ye.

Ev bûyer bûyerekî siyasî ye. Ji ber ku li cihê lêpirsînê agahiyên nasnameyê tên girtin, pirsyarên mîna ev çend sal in li Mexmûrê dijî, çima beşdarî mîtîng,xwepêşandan û meşan dibin pirs dikin. Li ser van pirsyaran jî ji bo carekî din beşdarî van karan nebe jî bi zorê belgeyekî pê didin îmze kirin û gefan lê dikin.

Heta niha bi sedan kes ji kar hatine derxistin, rê nadin li Hewlêrê kar bikin. Me hinek zelal kiriye lê hinek jî hê zelal nebûne. Derxistina ji kar jî hê dewam dike.

JIMARA KESÊN KU JI KAR HATINE DEXISTIN

Jimara kesên ku ji kar û bajarên hatine derxisin wiha ne:

“Tawarî Rojhilat (12- Hewlêr), Tawarî Rojava (20- Hewlêr), Nexweşxaneya Ji Dayîkbûnê(18- Hewlêr), Nexweşxaneya Cûmhûrî (19-Hewlêr), Nexweşxaneya Anatolya (3- Hewlêr), Nexweşxaneya Çav a Roava 8-Hewlêr), Nexweşxaneya Serdem (10-Hewlêr), Nexweşxaneya Şifa (3-Hewlêr), Nexweşxaneya Rizgarî(16-Hewlêr),Beşa Elektirîkê a Silêmani Zilan Sty (43-Silêmanî),Karkerên Elektirîkê ya Silêmanî ya Famly Mool (10-Silêmanî), Karkerên Elektirîkê Silêmanî ya Derwaze (21-Silêmanî),Nexweşxaneya Par a Hewlêr (11-Hewlêr), Nexweşxaneya Swêd (6-Hewlêr), Nexweşxaneya Dayîkê (5-Hewler),Karkerên Megamol (3-Hewler), Nexweşxaneya Resûl Resul (5-Hewlêr)”

...