Hêzên dewletê li Cizîrê zarokek birîndar kirin

Li navçeya Cizîrê di encama gulebarana ji wesayîtê zirxî zarokê bi navê Abdullah Cîlasun bi giranî birîndar bû.

Li navçeya Cizîrê di encama gulebarana ji wesayîtê zirxî zarokê bi navê Abdullah Cîlasun bi giranî birîndar bû.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê êrîşên ku şevê din polîsan destpê kirîn hê jî didomin. Maşîneyên ku li ser riya Orhan Dogan û Yafesê hatine bicihkirin gule li ser gel reşandin û di encama gulereşanê de zarokê bi navê Abdullah Cîlesun ku li ser rêya Kobanê dimeşiya bi giranî birîndar bû. Piştî bûyer ji hêla welatiyan ve hate bihîstin gazî ambulansê kirin û zarokê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Hate hînbûn ku piştî mudaxaleya destpêkê Cîlesûn rakirin nexweşxaneya Amedê.

Li bajêr êrîşên polîsan berdewam dikin.