Heyva Sor: Her kesê xwedî wijdan divê destekê bide gelê Botanê

Serokê Heyva Sor a Kurdistanê Bîlgîn, ji bo bajarên Kurdistanê yên ji ber êrîşên AKP'ê xera bûne, banga mezinkirina piştgiriyê kir û got, "Zivistana li Botanê dijwar e. Divê gel xwedî li mirovên li wir derkeve."

Serokê Heyva Sor a Kurdistanê Bîlgîn, ji bo bajarên Kurdistanê yên ji ber êrîşên AKP'ê xera bûne, banga mezinkirina piştgiriyê kir û got, "Zivistana li Botanê dijwar e. Divê gel xwedî li mirovên li wir derkeve. Wan mirovan li ser navê gelê Kurd li ber xwe dan."

Hevserokê Heyva Sor a Kurdistanê Dr. Rojvan Bîlgîn, li ser kampanyayên ji bo destekkirina gelê Bakurê Kurdistanê bersiv da pirsên ANF'ê.

Ji bo bajarên Kurdistanê yên hatine xerakirin, kampanyayên we hene. We herî dawî ji bo Şirnexê kampanya dan destpêkirin?

Beriya vê yekê dixwazim balê bikişînim ser rewşeke giştî. Dewletê bi dijwarî êrîş kir û ji ber vê yekê gelek bajar û navçeyan zerar dîtin. Me dest bi alîkariyê kir. Bi giranî me alîkariya madî kir. Lê belê piştî ku berxwedan li qadeke berfireh belav bû û pêwîstî zêde bûn, me dest bi hin kampanyayên din jî kir. Yek ji van jî kampanya me ya xwedîderketina malbatan a li hev e. Alîkariya ji van kampanyayan hatin hevdan bi rengekî pereme yekser gihand cihê pêwîst. Yanî em karên xwe li ser du hîman dimeşînin. Dema mirov bi hejmaran bilêv bikin; di van kampanyayan de me bi qasî 3 mîlyon Euro gihandin mexdûran. Ji bo hewcedaran jî me xurek, kinc belav kirin û alîkariya stargehê kirin. Ji kampanya xwedîderketina malbatan a li hev, me encameke baş bi dest xist. Di medyayê de gelekî hat nirxandin. Ev proje bi Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Komeleya Rojava ya li Tirkiyeyê û NAV-DEM a li vir, hat meşandin. Aliyê derveyî welat ê vê kampanyayê, weke sazî em dimeşînin. Ev karê me hê jî dewam dike. Ji ber ku mirov bi rastî jî di nava şert û mercên gelekî giran de ne. Li Şirnexê qedee dewam dike. Piraniya taxên Şirnexê bi erdê re kirine yek. Lwma gelek malbatên li Şirnexê neçar man bajêr biterikînin. Li Nisêbîn, Sûrê hê jî cihên qedexekirî hene û malên mirovan ên lê bistirên nîne. Li gorî Şirnexê rewşa wan baştir e, lê li van deveran jî hilweşîneke mezin hat kirin. Pêwîstiya van jî hene. Lazim e ev hemû paralelî hev bên meşandin. Di vir de kêmasiyên mezin hene. Yanî pêwîstî gelekî zêde ye.

Tevî vê yekê jî mirov neçûn cihekî dûr û li herêmên nêz bi cih bûne...

Belê, gelekan koçî gund û bajarên derdorê kirine. Lê bi giranî li nava bajarên Kurdistanê dimînin. Hin jê çûne bajarên rojava, lê hejmara van kêm e. Li gorî daneyên li ber destê me, niha li navenda Şirnexê 1000 malbat, li herêma Dêrgulê ya nêzî Şirnexê 1500 malbat, li Qilabanê 1000 malbat, li Siopiyayê 400, li Cizîrê 400, li herêma Basê-Germavê 400, li Dihê jî bi qasî 2000 hezar malbat hene. Li bin bereqe û konan dimînin. Weke ku we jî di çapemeniyê de şopandin, Şaredariya Şirnexê xwest, kêm jî be stargehan ji mirovan re çêbikin, lê dewleta Tirk nehişt, qedexe kir.

Ji aliyê gihandina alîkariyê ve, zor û zehmetiyên bi çi rengî derdikevin pêşiya we?

Di dema hevdana alîkariyê de jî zehmetî hene. Hevalên me di dema belavkirinê de jî gelek zor û zehmetiyê dibînin. Alavên alîkariyê bi rojan tên sekinadin, nayên dayîn û carna tên desteserkirin. Em bi giranî alîkariya pere dikin. Lewma ev rewş zêde bandorê lê nake. Lê carna alîkariya mîna xurek, pêdiviyên jin û zarokan û betanî tên şandin  û ev alîkarî tê astengkirin. Vê yekê jî bêjim; Ji A heta Z'yê pêwîstî bi her tiştî heye. Mirovan ji neçarî dest ji mala xwe, her tiştên xwe berdane û mala xwe terikandine. Lewma pêwîstiyeke zêde heye. Lê ya acîl ev e; di nava şert û mercên sivistanê de pêwîstî bi stargeh, alavên germkirinê û xurekê heye.

Em bi meclîsên gel re dixebitin. Yên ku yekser bi gel re di nava têkiliyê de ne, mirovên li wê taxê ne. Ew mirov, bi mirovên li wir re xwedî heman çarenûsê ne. Hin mirov hene ku hem mexdûr in hem jî dixwazin bi dildarî bixebitin. Ew baştir pêdiviyan tespît dikin. Bêguman zor û zehmetî jî gelek in. Naxwazim hemûyan yek bi yek bijmêrim. Zehmetî bi giranî astengkirina gihandina madeyên xurekê ye. Bi rengekî kêfî desteser dikin.

Alîkariya hûn dişînin yekser digihêjin hewcedaran? Di vî warî de pirsgirêk hene?

Ji aliyê tespîtkirinê ve hê hin pirsgirêk hene. Mînak, piştî berxwedanê gelek ji mirovan neçar man malên xwe biterikînin û biçin. Di tespîtkirina van de hê jî pirsgirêk hene. Mînak; projeya me ya xwedîderketina malbatan a li hev, tevî ku bi giranî ji bo Nisêbîn û Şirnexê ye, kêm jî be hin malbatên ji qadên din ên berxwedanê tên. Ji ber ku tespîta van hê nû tê kirin.

'EM DIKARIN HÊ BÊHTIR BIKIN'

Gelê Kurd ji xwe gelekî xizan e. Çavkaniyên xwe yên aboriyê kêm in. Hûn vê kampanya dawî çawa dinirxînin?

Kampanyayeke me ya ji bo Şirnexê heye. Tevî hejmara ku min berî niha eşkere kir, di nava du hefteyan de di kampanya me ya ji bo Şirnexê de 300 hezar Euroyên din hatin hevdan û gihîştin cihê xwe. Di bernameya Stêrk TV de di asta gotinê de tevlîbûnek çêbû, hê neqediya ye. Lewma ez ê agahiyên şênber nedim. Lê belê bi qasî 50 malbatan soz dane. Tevlîbûneke baş çêbû. Ez ji vê derê careke din spasiya medya Kurd dikim. Hêvîdar im wê ji bo bajarên hatine hilweşandin yek bi yek kampanya û bername werin amadekirin. Me bi desteka Stêrk TV, Med Nûçe, Ozgur Polîtîka û ANF'ê kampanya meşand. Ji ber ku pêwîstî gelekî zêde ye. Lê dîsa jî bi dîtina me, gelê Kurd hestyar e. Wê bi heman hesasiyetê tevbigere. Em dizanin ku Kurdên li Ewropayê xwedî binesaziyeke xurt a aboriyê ne. Em nikarin bêjin ku alîkariya heta niha hatiye kirin, li rastiya vê bingehê tê.

Di vir de mebesta we çi ye?

Kampanya xwedîderketina malbatan a li hev tê wateya; malbatek her me 150 Euro alîkariyê bide malbatekê û bi vî rengî salekê alîkariya xwe bidomîne. Ev 150 Euro ji bo mehekê têra hemû pêdiviyên malbata li wir nake, lê dîsa jî dibe alîkariyeke mezin. Bi tenê beşek ji birînê dipêçe. Her wiha hin malbatên me yên li vir ên rewşa wan a aboriyê rê nade vê alîkariyê, 2-3 li hev dicivin û bi hev re alîkariya malbatekê dikin. Em li bendê ne ku mirov hê bi berpirsyarî tevbigerin. Dibe ku mirovên me li vê jî bifikirin; 'em nikarin salekê her meh bidomînin'. Yên nikarin vê bikin jî bi rengê alîkaryia madî dikarin tevlî bibin. Ji ber ku hilweşîn gelekî mezin û giran e. Em gelekî bê dewlet in. Weke ku tê dîtin, bi rêya qeyûman gelek şaredariyên me desteser kirine. Lewma şaredarî jî kirine ku nikaribe bixebite. Divê em birînên xwe bi xwe bipêçin.

Me li Rojava ev kir. Weke sazî, em du sê salan bi giranî ji bo Rojava xebitîn. Li Rojava jî hilweşîneke gelekî mezin çêbû. Li wir jî dewletekê yan jî saziyeke navneteweyî alîkarî neda. Dabin jî gelekî kêm dan. Yên ku alîkariya gelê me yê li wir kir, xwişk û birayên wan ên Kurd bûn, saziyên Kurdan bûn. Heyva Sor li wir jî roleke mezin lîst. Xebatên me yên li wir hê jî dewam dike. Hê jî pêwîstiya mirovan bi alîkariyê heye. Li wir şer dewam dike. Ji ber van hemûyan pêwîstiyên me zêde ne.

'EM NEÇAR IN WEKE GEL BIRÎNA XWE BIPÊÇ IN'

Planeke we heye ku bi saziyên li derveyî Kurdan an jî kesên navdar re çalakiyên piştgiriyê lidar bixin?

Ji tecrûbeyên xwe dikarim vê bêjim; dema mirov rewşa sala dawî binirxînin dibînin, ku piraniya saziyên li vê derê xwe dispêrin têkiliyên li ser berjewendiyên dewletan. Ji ber ku li dijî me dewleta Tirk heye, ev sazî di mijara alîkariya însanî de bêdeng dimînin. Me li Cizîrê ev dît. Dema mirov li Cizîrê bi saxî li jêrzemînan hatin şewitandin, Parlamenterê Şirnexê Birêz Faysal Sariyildiz gelek caran bang li Neteweyên Yekbûyî, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û gelek saziyên din kir. Baş tê bîra me; ev hemû bêbersiv man, kesî dengê xwe dernexist. Em vê yekê di nava saziyên alîkariyê de jî dibînin. Mînak; Xaça Sor a Navneteweyî jî bi giştî xebatên xwe tevî Kizilay'ê dimeşîne. Dema em li vê derê çûn cem wan, ji me re gotin, 'Li herêma we Kizilay heye, bi wan re têkiliyê deynin'. Kizilay jî, hûn jî dizanin li Kurdistanê saziyeke di statuya mêtîngeriyê de ye. Me baş dît bê Kizilay li Rojava bi karekî çawa rabû. Em dizanin, di bin navê alîkariyê de bi qemyonan çek ji çeteyan re bir. Bi roleke bi vî rengî rabû. Ne alîgirê mezlûman e, bêhtir li aliyê yên rê li ber felaketê vedikin, cih digire.

Lê hin saziyên din hene, saziyên çep-sosyalîst. Ew hinekî xebitîn. Lê belê ew jî li gorî saziyên din ne mezin in. Xebatên me bi giranî bi saziyên wiha, saziyên çep-sosyalîst re dimeşe. Kêm jî bi yên din re jî em dixebitin.

Eger em li pêwîstiya heyî vegerin... Di rewşa heyî de karê we yê sereke çi ye?

Bajarê sereke Şirnex e. Li Şirnexê 9 tax bi bahaneya 'xisar lê bûye' ji aliyê dewleta Tirk ve hatine xerakirin. Gel neçar ma koç bike. Ev mirov niha li binê konan dijîn. Pêwîstiya lezgîn bi alîkariya ji bo van mirovan heye. Ji zivistanê pêwîstî bi kon, sobe, betanî, nivînan heye. Tevî vê pêwîstiyeke lezgîn bi alavên tenduristiyê û xwarinê heye.

Gelo kon dikare di nava mercên dijwar ên Botanê de bibe çare?

Bêguman ne bersiveke têrker e. Lê qet nebe wê mirov karin xwe li binê konan bistirên. Ji ber ku şert û mercên niha gelekî zehmetir e. Şert û mercên zivistanê li Botanê gelekî dijwar e. Lewma divê gel xwedî lê derkeve. Ji ber ku van mirovan berxwedaneke mezin nîşan dan. Dema li ber xwe dan, li ser navê tevahiya gelê Kurd li ber xwe dan. Û hê jî li ber xwe didin. Ji ber vê yekê, mirovên li vir, yên li derveyî welat, yên xwedî wijdan divê piştgiriyê bidin.

Mirovên dixwazin piştgiriyê bikin, dixwazin xwedî li malbatan derkevin, wê çawa karibe xwe bigihînin we? 

Li ser malpera me ya înternetê dikarin hemû agahiyan peyda bikin. Bi rêya navnîşana www.heyvasor.com dikarin xwe yekser bigihînin me. Nûmarayên me yên telefonê û hesabên bankayê jî hene. Bi rêya komeleyên NAV-DEM'ê jî dikarin xwe bigihînin me. Em vê kampanyayê bi NAV-DEM û KCDK-E re dimeşînin. Bi rêya hemû komeleyên Kurdan ên li cîhanê dikarin xwe bigihînin me.