Heyva Sor a Kurdistanê piştevaniya bi Şirnexê re didomîne

Heyva Sor a Kurdistanê ku ji bo piştevaniyê gelê Şirnexê 28’ê Îlonê kampanya alîkariya lezgîn dabû destpêkirin, ji bo gel 500 hezar euro û 30 hezar dolar şand.

Wek tê zanîn beriya salekê ji ber dorpêça dewleta Tirk û êrîşên wê, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, bi sedan mirovên sivîl jiyana xwe ji dest dan û cih û warên wan jî hatin wêrankirin.

Bi taybet li Farqîn, Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever, Şirnex, Silopî, Hezex û Kerboranê ji ber qedexeya derketina kolanan ku bi mehan dirêj kir, bi deh hezaran kes ji mafên xwe yên jiyanê bêpar hatin hiştin. Malên wan hatin şewitandin û neçarî koçberiya bi darê zorê hatin kirin.

Yek ji deverên ku herî zêde bandora êrîşên dewleta Tirk lê bû jî bajarê Şirnexê ye.

Li gel qedexeya derketinê ya 8 mehan dewam dike, 9 taxên bajêr hatin wêrankirin û di rewşa heyî de jî, hêzên dewleta Tirk malên Şirnexiyan hildiweşîne.

Ji ber dijwariya êrîşên dewleta Tirk 4 hezar û 700 malbatên Şirnexê neçar man ku li gund û deverên derdorê bicih bibin û jiyana xwe di nava şertên giran de bi rê ve bibin.

Beriya çend rojan, li herêma Avgamasya, konên ku Şirnexî lê bi cih bibûn, ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin hilweşandin.

Li hemberî vê rewşa kambax ya li Şirnexê, saziya Heyva Sor a Kurdistanê 28’ê Îlonê kampanya alîkariya lezgîn dabû destpêkirin.

Rêveberiya Heyva Sor ragihand ku weke gava pêşî 500 hezar Euro û 30 Hezar Dolar ên hatin berhevkirin, ji bo xelkê Şirnexê şandine.

Rêveberiyê bi bîr xist ku bi hatina demsala zivistanê wê jiyana Şirnexiyan hê zortir bibe û ji ber vê yekê bang li Kurdistaniyên Ewropayê kir ku hê zêdetir destekê bidin kampanya alîkariya Şirnexê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji destpêka êrîşên dewleta Tirk a li hemberî bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê, Heyva Sor a Kurdistanê heta niha 3 Mîlyon û 507 hezar Euro û 30 hezar dolar alîkariya madî şandiye.