Hevserokên HDP'ê yên Bajêr hatin binçavkirin

Li Çewlikê danê vê sibehê 9 kes hatin binçavkirin, ku di nava wan de Hevserokên HDP'ê yên Bajêr jî hene.

Polîsên dewleta Tirk danê vê sibehê avêtin ser gelek malên li Çewlikê û Hevserokên HDP'ê yên Bajêr Zerrîn Berdîbek û Mahmût Bozan, endamê Meclîsa Şaredariyê yê DBP'yî Cîhat Yildirim, endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr Ay din Kaya, Selahattîn Demîrel, Cengîz Tûrhan, Turkan Kîşîn, Aydin Bûrcûn û Selahattîn Bûrkankolû binçav kirin.

Sedema binçavkirinê nehat hînbûn. Her 9 kes birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr. Balkêş e ev operasyona binçavkirinê rojek beriya pîrozbahiya Newrozê ya li bajêr pêk hat.