Hevserokê Meclîsa Sivîl a Reqayê ji ANF’ê re axivî

Meclîsa Sivîl a Reqayê li Eyn Îsa ya ku ji14 komîtan pêk tê, hate îlankirin. Îro li Eyn Îsa Meclîsa Sivîl a Reqayê ku ji 14 komîte û hevserokan pêk tê, hate îlankirin. Gelek mêhvan û rûspiyên herêmê başdarî civînê bibûn.

Mehmud Alşewax Alborsan ê ku weke Hevserokê Meclîsa Reqa hate hilbijartin ji ANF’ê re axivî û got:" Erkê me yê sereke ku em xizmete gelê Reqa bikin, em dizanin niha xelkê me yê di bajar de ye çi êş ê dikşîn in, lewma ez ji wan re dibêjim hinekî sebir bikin, wê di demên nêz de rizgar bibin û em ê, hev beş meclîsa xwe xurtir bikin, bersîvên hemû pirsgirêkan bidin."

Her wiha Alborsan ji bo tevahî sûriyeyê jî wiha got:" Ez bi hêvî me ku wê pêşeroja sûriyeyê aram bibe û em gelê herêmê bi xwe xwe birêve bibin."

Berdevkê gihiştî yê Hêza QSD’ê Telal Silo ji bo Meclîsa Reqa ji diyar kirin ku wê heta dawiyê bi Meclîsê re bibin alîkar û wiha got:" Em wek hêza QSD’ê soz didin, em ê bi meclîsê re bibin alîkar û gelê Reqayê rêzgar bkin û rêveberiya Reqa teslîmî Meclîsa Reqa ya Sivîl bikin."

Silo di dewama axaftina xwe de wiha got:" Çawa me herêmên berê ku rêzgarkirin( Girê Spî, Sirîn, Minbic) teslîmî meclîsên sivîl kirin, ji bo Reqa jî wê heman tişt be."

BAL KIŞANDIN SER ‘DEMOKRATÎKBÛNA SÛRIYEYÊ’

Gelek serokên êlan jî tevlî kumîtan bûn, yek ji wan Şêx Omer Xemrî ji serokê êla Wildan ku li herêmê êla herî mezin di herêmê de ye û di komîta têkilyên gihiştî de cihê xwe girt ji me re got:" Em spasiya Hêzên QSD’ê dikin, bi keda wan û şehîdan îro em li hev civiyane, em li vir civiyane. Ez di wê baweriyê de me ku wê civîn bibe bingehekî xurt ji bo demokrasîkirina tevahî Sûriyeyê.

Civîna ku ji her derê Bakurê Sûriyeyê beşdar bibûn heta niha jî dewam dikin.