Hevşaredarê Nisêbînê Kok: Em ê êdî qedexeyê nas nekin

Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku dewlet qedexeyê ranake, lê ew ê bi xwe qedexeyê rakin.

Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku dewlet qedexeyê ranake, lê ew ê bi xwe qedexeyê rakin. Kok got, "Êdî bes e, ji vê kêliyê û pê ve, em ê li hemberî vê hovîtiyê hew bêdeng bimînin."

Gelê Nisêbînê, li dijî qedexeya derketina derve ku di roja 13'an de ye, daket kolanan. Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok jî beşdarî meşê bû.

Hevşaredarê Nisêbînê Kok ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku dewlet qedexeyê ranake, lê ew ê bi xwe qedexeyê rakin.

Kok ragihand ku li Nisêbînê ev 13 roj in qedexeyeke ti bingeheke xwe ya hiqûqî û însanî nîne di meriyetê de ye û got, "Bajarekî 115 hezar mirov lê dijîn, 13 roj in hatiye dorpêçkirin. Ti aliyekî hiqûqî û însanî yê vê yekê nîne. Ji vê kêliyê û pê ve em qedexeyê nas nakin."

Kok got, "Êdî bes e" û destnîşan kir ku ew ê bi gelê xwe re li kolanan vê qedexeyê nas nekin.

Kok bibîr xist ku ev 13 roj in ew li bêhiqûqiyeke li ti devera cîhanê nîne re rû bi rû ne û got, "Divê êdî dawî li vê yekê bê anîn. Eger dawî lê neyê anîn, em ê dawî lê bînin. Qedexe êdî ji bo me nayê ti wateyê."

Di êrîşên hêzên çekdar û polîsên Tirk de, li Nisêbînê di nava 13 rojan de 9 welatiyên sivîl hatin qetilkirin.

...