Hejmara şehîdên li Qamişloyê bû 52 kes

Ekîbên lêgerîn-rizgarkirinê diyar kirin ku ji bin xirbeyan 2 cenazeyên din derxistine. Ji ber vê hejmara mirovên di êrîşa bombeyî a li Qamişloyê de şehîd bûne gihîşt 52 kesî.