HDP'ê ji bo betalkirina referandûmê serî li YSK'ê da

HDP ji bo betalkirina referandûma bi dek û dolab serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da.

Şandeyeke HDP’ê ku ji Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim, wekîl Mîthat Sancar, Îmam Taşçier, Ertugrul Kurkçu, Muslum Dogan, Bedîa Ozgokçe Ertan pêk hatî ji bo betalkirina encamên referandûmê serî li Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da.

Şandeyê piştî serlêdanê li YSK’ê daxuyanî da.

Wekîlê Mêrdînê Mîthat Sancar got: ‘’Pêvajoya referandûmê bi Rewşa Awarte pêk hat. Şertên newekhev bûn. Gelek rêgez hatin binpêkirin. Ev binpêkirina mafên demokratîk ên hilbijartinê bûn.’’ Sancar diyar kir di pêvajoya referandûmê de hem medya, hem derfetên dewletê ji bo ‘erê’ hatine bikaranîn û bal kişande ser şertên newekhev.

Sancar diyar kir, ‘’di rewşeke wiha ne dadmend de li ser ewlehiya sendoqê guman hene’’ û got, bi taybetî li bajarên Kurdistanê delîl hene ku deng vekirî û bi rengê blok hatine bikaranîn û ev jî dibe sedem hilbijartin neyê qebûlkirin.

 ‘BINPÊKIRINA KU HILBIJARTINÊ BETAL DIKIN..’’

Sancar bal kişande ser dengên bêmohr û got: ‘’Ne pêkan e ku em zanibin ji derve deng anîne yan na. Agahî hene ku deng û zerfên bêmohr piştre hatine mohrkirin. Ji ber van sedeman û gelek sedemên din mijara dengên bêmohr ne binpêkirineke jirêzê ya hilbijartinê ye. Binpêkirineke wiha ye ku divê hilbijartin giştî were betalkirin. Hilbijartin şeht e û derfeta ku were rastkirin nîn e.

Sancar têkildarî biryara betalkirinê ya dengên bêmohr a YSK’ê bi bîr xist û got: ‘’Ev hilbijartin ji hêla pêkhatinê ve jî dadmend bû. Ne li gorî rêgezên destûrê û rêgezên sereke yên hiqûqê yên hilbijartinê pêk hat, dengdan û hijmartin jî ne derbasdar e. Ne pêkan e ku ev hilbijartin were rastkirin. Tenê rêyek heye; divê hilbijartin were betalkirin. Heta ku referandûm neyê betalkirin ev nîqaş wêb i dawî nebin.’’