Guven: Li Kurdistanê divê em aboriyeke azad û civakî ava bikin

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li Konferansa Ekonomiyê ya Êlihê axivî û got, ‘’Divê em li xak û ava xwe xwedî derbikevin. Li Kurdistanê em hemû bi hev re divê ekonomiyeke azad û civakî ava bikin.’’

Bi organîzasyona Odeya Sinetkar û Esnafên Êlihê û Şaredariya Balpinarê bi navê ‘’Ji bo jiyaneke azad ekonomiya civakî ya demokratîk’’ Konferansa Ekonomiyê hate lidarxistin.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di konferansê de axivî û got, Kurdistan ji her hêle ve xwedî cografyayeke dewlemend e, dewlet vê ji nedîtî ve tê û li ser Kurdistanê polîtîkayên şerê qirêj dimeşîne û got, lê KCD li dijî vê ji bo ku li Kurdistanê ekonomiya xwe ya komunal û azad av bike, her dem wê bi gel re tevbigere. Guven wiha domand, ‘’Em ji bo ku li xaka xwe xwedî derketin her carê weke ‘teror’ê em hatin dîtin û li ser xaka xwe em hatin kuştin. Dema ku me xwest ku em bi navbeynkariya şaredariyên xwe , bi hêza xwe ekonomiya xwe ava bikin û xwest xizmetê ji gelê xwe re bikin, dewletê ev ranagirt û bi qeyûman şaredariyên me ji dest me standin. Lê li gel her tiştî divê em li xaka xwe, ava xwe xwedî derbikevin. Li Kurdistanê em hemû bi hev re divê em aboriyeke azad û civakî ava bikin.’’