Gerîlayan derbeyên giran li dagirkeran da: 31 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Starê di serî de Şirnex û Mêrdîn, li gelek bajaran derbeyên giran li artêşa Tirk dan. Di çalakiyên gerîlayan de 31 leşker hatin kuştin, gelek çek û cebilxane jî hate desteserkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li dijî dewleta Tirk a ku hewl dide li Kurdistanê her cure faşîzmê pêş bixe û dagirkeriya xwe ya leşkerî berfirehtir bike, çalakî û êrîşên bersivdayinê yên gerîlayên HPG’ê didome. HPG’ê destnîşan kir ku rêya leşkerî ya mabeyna Şirnex-Wanê jî ji ber di vê çarçoveyê de tê çêkirin hate hedefkirin.

LI ŞIRNEXÊ GERÎLA ÇÛ SER CENAZEYÊN 17 LEŞKERAN

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekirin: “Li dijî dewleta Tirk ku li Kurdistanê her cure faşîzmê pêk tîne û hewl dide dagirkeriya xwe ya leşkerî berbelav bike çalakiyên hêzên me yên gerîla ên bibandor û êrîşên bersivdanê berdewam in. Rêya leşkerî ya di navbera Şirnex-Wanê de bi vê çarçoweyê hatiye hedefgirtin.

Ji hêla artêşa Tirk ve ji mêj ve çêkirina rêya leşkerî ya di navbera Şirnex- Wanê de berdewam dikir. Artêşa TC’ê ev rê bi mebesta ku dagirkeriya xwe ya li qada Besta xurt bike û ji bo tabûrên leşkerî herêmên nû yên baregehan ava bike çêdikir. Ji hêla gerîlayên me ve bi ser yekîneyên leşkerî ve di demên cihê de gelek çalakî hatin kirin. Lê bi desteka yekîneyên leşkerî yên ku ji hêla waliyê Şirnexê hatibûn peywirdarkirin xebata çêkirina rê berdewam dikir.

Ji bo bîranîna hevrêyê me Bahoz Arya (Adil Brûkîmîlan) û hevalên ku pê re şehîd bûyin, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Kurdan de, 26’ê Îlonê ji hêla hêzên me yên gerîla ve operasyoneke şoreşgerî bi ser yekîneyên leşkera ve hatiye kirin.

Bi ser sirtekî çiyê ve ku di navbera Çelê Nimêja û tûmena Şirnexê de dimîne, saet 14.10’an bi çekên RPG-7 û bombeyên destan ji 2 baskan ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Gerîlayên me çeperên li vê derê yek bi yek îmha kirine û hemû çeper bi dest xistine. Hêzên me yên ku bi fedaî bi ser wan de diçûn li van çeperan 17 cinazeyên leşkeran dîtine, dest li ser 5 çekên HK-33, 1 BKC, 1 bombeavêj, 2 dûrbînên termal û 1 dûrbîna bi roj danîne. Her wiha di vê çalakiyê de bi derbên serkeftî gelek çek hatine îmhakirin û parçekirin.

Bi vê çalakiyê re hevdem, hêzên me bi hawanan li tabûra Çelê Nimêja xistiye û gelek hawan li tabûrê ketine. Dîsa gelek mekînên kar ên li vê şantiyê derb xwarine û gelek mekîne êdî bûne qerqot ku nema dikarin bixebitin. Piştî çalaliyê artêşa TC’ê bi tofelaqî bi hawanan li derdorê reşandiye. Berêvarî gelek ambûlans, wesayitên zirxî û sivîl leşkerên mirî û birîndar rakirin.

Di vê Operasyona Şoreşgerî de hevrêyek me bi lehengî şer kiriye û şehîd bûye.

DI ÇALAKIYA KU LI ELBAKÊ DE 3 KONRTA HATIN BIRÎNDARKIRIN

26’ê Îlonê saet 17.00’an li di navbera gundên Kanîspî û Taxikê ya li qada Serêlbakê ya girêdayî Elbak a Wanê, dema ku yekîniyeke kontra bi leşkeran re di nav tevgerê de bûn, ketine bin kontrola hêzên me. Hêzên me li gel ku hişyarî da yekîneya kontra jî nesekinîne. Ji bo vê jî gerîlayên me bi çekên ferdî li kontra xistine. Li vir 3 kontra birîndar bû 1 jê birîna wî giran e. Piştî çalakiyê cerdevanên gundê Kanîspî hatine qadê, wesayita kontra hiştine û çûne. Hêzên me dest li ser vê wesayitê danîne. Helîkoptêreke Skorsky ku ji qereqola Kanîspî hatî birîndar rakirin.

LI DÊRIKÊ 8 LEŞKER HATIN KUTŞIN

26’ê Îlonê saet 09.00’an bi ser wesayiteke leşkerî ya transîtê ya girêdayî artêşa TC’ê dema ku di ser rêya Dêrik a Mêrdînê de diçû çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin. Ji 11 leşkerên ku di wesayitê de bûn 8 leşker mirin 1 jê berbaz e, 3 jê bi giranî birîndar bûn. Leşkerên mirî û birîndar rakirin nexweşxaneya Mêrdînê û Qoserê. Ev çalakî ji hêla tîma Tolhildêr a Şedît Kurtay ve ji bo bîranîna şehîdên Şemrexê hatiye lidarxistin.”

LI DIJÎ LEŞKERÊN KU DERKETIBÛN OPERASYONÊ ÇALAKÎ HATIN LIDARXISTIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê têkildarî çalakiyan ev detay pervekirin:

“23’ê Îlonê artêşa Tirk li herêma Peşî Kevir ê girêdayî Licê dest bi operasyonekî berfireh kirin. Detayên vê operasyonê wiha ne;

23’ê Îlonê yekîneyên operasyonê bendera Entaq û dever bi giştî hate girtin, leşkerên ku li gundê Kerwas û Licok ên ku xwestin ku bi cih bibin ketin bi konrtola gerîlayên me de. 24’ê Îlonê di saet 06:00’an de li ser vê yekîneya ku hate kontrolkirin çalakiyekî dizî ji 2 baskan ve hate lidarxistin. Di encama lêxistinekî xurt de 4 leşker hate kuştin, 2 leşker jî hatin birîndarkirin. Piştî çalakiyê yekîneyên ku bi neçarî li gir hatibûn bicihkirin, di saet 08:15’an de şer derket. Di vî şerî de gerîlayê me yê bi navê Armanc Xaçek şehîd ket. Artêşa Tirk bi 6 sedeyan kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakirin.

Li cihê şer û çalakiyê helîkoptera Kobra 4 caran cihê şer bombe kir û helîkopterên Skosky jî kuştî û birîndar ji herêmê rakirin. Di vê operasyona ku dewleta dixwest gelek ecman bi dest bixe, li gel gelek windahiyan bi neçarî dawî li operasyonê anîn û vekişiya.

GERÎLAYÊN YJA-STAR 2 LEŞKER KUTŞIN

25’ê Îlonê di saeta 18:20’an de gerîlayên YJA-Star li dijî qereqola Gas a li navçeya Dara Hênî ya Çewlikê çalakiyek li dar xistin. Li vê qereqolê çeperên bin erd, leşkerên ku li ser tankan û kule hatin hedefkirin û lêxistin. Di vê çalakiya ku çend leşker hatin kuştin de, bi zelalî 2 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê tankên li qereqolê herêmên derdor bomberdûman kir.

26’ê Îlonê di saet 17:00 heta roja îro saet 09:00’an balafirên şer bejahiyên başûrê Mûşê bomberdûman kirin.

Tevera artêşa Tirk a li derdorê Çiyayê Kozmê zêde bûne.

OPERASYON BÊ ENCAM VEKIŞIYA

25’ê Îlonê di saetên sibehê de artêşa Tirk li bejahiya Xefasor a girêdayî navçeya Qaziman a Qersê dest bi operasyonekê kirine. Ev operasyona heta 26’ê Îlonê di saetên şevê de bê necam vekişiyaye.

LI SER RÊYA KERBORAN Û MIDYADÊ KEMÎN

Ji 23’ê Îlonê ve artêşa TC li ser rêyên Midyat-Kerboran ên Mêrdînê kemînan datîne.

BALAFIRÊN ŞER HERÊMÊN GERÎLA BOMBERDÛMAN KIRIN

Operasyona ku li herêma Mergezerê ya li navçeya Gever a Colemêrgê hê jî dewam dike. 26’ê Îlonê saet 14:00-14:30’an û di saet 23:00-00:00’an de balafirên şer ên artêşa Tirk bi obûs û hewanan herêm bomberdûman kirine.

26’ê Îlonê saet di navbera 21:30-22:30’an de balafirên şer ên artêşa Tirk Girê Kartal, derdora gundê Qalatûka û gudn Tûtmê yê li herêma Qendîl a yek ji Herêmên Parastinê ya Medyayê ne bombe kirine.

AGAHIYÊN LI SER NASMAMEYÊ

Nasnameya gerîlayên ku li Amedê jiyana xwe ji dest dayî wiha ye:

Nasnav: Armanc Xaçek

Nav û Paşnav : Mucahît Koksay

Cihê Ji Dayîkbûnê: Amed

Navê Dayîk û Bav: Zubeyde - Ramazan

Cih û Dîroka Şehadetê: Amed- 24’ê Îlona 2016”