BI DÎMEN

Gelê Şengalê piştgirî da grevên birçîbûnê

Şêniyê Şengalê, grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger ên li girtîgehên Tirkiyeyê silav kirin û gotin, çawa ku di roja fermanê de Têkoşîna Azadiyê ya bi ramanên Ocalan ew rizgar kirin, ew ê jî xwedî li têkoşîna azadiyê derkevin.

Şêniyê Şengalê, grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger ên li girtîgehên Tirkiyeyê silav kirin û gotin, çawa ku di roja fermanê de Têkoşîna Azadiyê ya bi ramanên Ocalan ew rizgar kirin, ew ê jî xwedî li têkoşîna azadiyê derkevin.

Welatiya bi navê Kurdê Elî bibîr xist, ku grevên birçîbûnê yên li girtîgehan 60 roj li pey xwe hiştine û got, "Em wan dewlet û rêxistinên mafên mirovan ên ku xwe xwediyê însaniyetê dibînin şermezar dikin. Dewletên Ewropa û Navneteweyî li ser girtina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bê deng in. Ji ber ku ew jî di komployê de beşdar bûne. Ev çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan ji bo azadiya Serok Apo ye."

Elî bal kişand ser zilma dewleta Tirk û bêdengiya Ewropayê û got, "Her roj bi dehan însan tên kuştin û penaber dibin. Lê dewletên Ewropayê û Navneteweyî li hember vê zilmê û li pêşberî greva birçîbûnê bêdeng in."

Di dawiya axaftina xwe de Kurdê Elî got, "Em weke keçên Şengalê berxwedana zindaniyên di greva birçbûnê de ne silav û pîroz dikin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û pêwîst bike em ê jî li Şengalê bikevin greva birçîbûnê de."

Welatiyê bi navê Şêrzad Şemo berxwedana girtiyên zindanan silav kir û wiha got: "Ev bûye nêzî du mehan girtiyên di zindan de ketine greva birçîbûnê de ne û rewşa hinek ji wan ber bi sînorê şehadetê ve diçe. Nêzî 200 însanan di zindanan de niha di greva birçîbûnê de ne û kes dengê xwe nakin. Ev bê rûmetiyeke ji însaniyetê re, kesên ku di greva birçîbûnê de ne tenê ji bo girtina mafê xwe, xwe ketine greva birçîbûnê. Lê ew ên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin û rêxistinên insanî ne bê deng in û bi erka xwe ranabin."

Şemo di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Eger pêwîst bike em wek gelê Şengalê çalakiyan lidar bixin û piştgirî bidin Serokê xwe û hevalên xwe yê di grevê de ne. Heta dawiyê em ê bi gelê xwe û berxwedêrên xwere bin."

Keça bi navê Medîha Murad ji me re axivî û li ser zindaniyên di greva birçîbûnê de wiha got: "Em berxwedana wan silav dikin û piştgiriyê didin wan berxwedêran. Eger pêwîst bike em ê ji bo Serok APO bi salan jî bikevin greva birçîbûnê."

Murad di dawiyê de ev tişt gotin: "Ew ên ku xwe bi navê însaniyetê bi nav dikin ji bona gelê bindest bêdeng in. Em weka gelê Êzidî heta dawiyê piştgiriya gelê xwe yê Bakur dikin û em ê ji bona azadiya Serokê xwe têbikoşin."