BI DÎMEN

Gabrîel: Êrîşên Tirkan wê nikaribin meşa me ya azadiyê bisekinînin

Ji Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan Kîno Gabrîel da xuyakirin, ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên vê dawiyê re, piştgiriya xwe ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê careke din nîşan daye û got, dewleta Tirk wê nikaribe pêşî li meşa me ya azadiyê bigire.

Ji Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan Kîno Gabrîel got, "Dewleta Tirk bi desteka xwe ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê dixwaze armancên xwe yên qirêj bi ser bixîne" û anî ziman, êrîşên hewayî û bejahî yên dewleta Tirk ku ev du roj in li dijî hêzên QSD'ê yên li herêma Şehbayê lidar dixe, desteka Tirkiyeyê ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê careke din raxistiye pêş çavan.

Gabrîel bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk û diyar kir, bi êrîşên li dijî Hêzên Şoreşger re dewleta Tirk dixwaze dagirkeriya xwe ya li nava axa Sûriyeyê mayînde bike. Gabrîel got, "Êrîşên li Şehba û Kerkûkê nîşan didin, ku DAIŞ û dewleta Tirk ji bo heman armancê êrîşî Kurda dikin."

Gabrîel hişyarî da û destnîşan kir, ku ew ê li pêşberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemînin. Gabrîel da xuyakirin, ku gotina "Em ê Babê bi dest bixin, Minbicê dorpêç bikin" a Erdogan, wê rê li ber encamên tirsnak veke. Kîno Gabrîel bang li hêzên navneteweyî kir, ku helwesta xwe ya li dijî êrîşên dewleta Tirk zelal bikin û êrîşên dewleta Tirk ji ANF'ê re nirxand.

'DEWLETA TIRK DIXWAZE DAIŞ'Ê RIZGAR BIKE'

Gabrîel diyar kir, dewleta Tirk ev 5 sal in bi her awayî destekê didin çeteyên li Sûriyeyê, lewma bû sedem gelên li Sûriyeyê hê bêhtir êşê bikişînin û ev nirxandin kir: " Dema çeteyên DAIŞ'ê têk çû û hesabên wan ji hev ket, vê carê ji bo rizgarkirina çeteyan û pêşîgirtina li sîstema QSD'ê ya gelan digihîne hev, dest bi dagirkeriyê kir. Êrîşa dewleta Tirk a li dijî hêzên Şoreşger û QSD'ê ya li Şehbayê, wê pirsgirêka Sûriyeyê girantir bike. Ev demeke dirêj e dewleta Tirk êrîşî axa me dike. Ev du roj in van êrîşên xwe bi çekên giran û balafirên şer dike. Dewleta Tirk bi dagirkirina Cerablûsê û êrîşên xwe yên li dijî Rojava û Sûriyeyê re hewl dide çeteyên DAIŞ'ê yên tine dibin, rizgar bike. Bi ti awayî dest neda DAIŞ'ê û niyeta xwe nîne ku dest bide DAIŞ'ê. Hedefa wê ya esasî hêzên me ye û ji bo xeyala Osmanî dixwaze ji nû ve axa Sûriyeyê dagir bike.

Balkêş e, dema dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî herêma Şehbayê kirin, di heman demê de êrîş li Kerkûkê hat kirin. Ev êrîş li navendekê tên birêvebirin. Xuya ye dewleta Tirk yekser berjewendiyên gelê Kurd hedef digire. Di dema operasyona Mûsilê de, Serokkomarê Tirk qala plana xwe ya B kir û piştî vê jî çeteyan êrîşî Kerkûkê kirin. Dewleta Tirk ji destpêkê ve bi dijminane nêzî azadiya gelê Kurd dike. Dema ku li Mûsilê operasyon li dijî DAIŞ'ê dihat meşandin, dewleta Tirk êrîşî hêzên me yên li Şehbayê kir. Ev jî nîşan dide ku dewleta Tirk naxwaze DAIŞ qels bibe û bi vî rengî destekê dide. Ji bo herêmên Bab û Şehbayê nekeve destê hêzên me, êrîş dike."

'EM Ê AXA SÛRIYEYÊ RIZGAR BIKIN'

Gabrîel bêdengiya koalîsyona navneteweyî ya li pêşberî van êrîşan rexne kir û got, "Dewleta Tirk li hêza me dixe, ku hêza li dijî DAIŞ'ê serketî ye, hêza me ye. Lazim e hêzên navneteweyî bikevin dewrê û helwesta xwe zelal bikin."

Kîno Gabrîel destnîşan kir, ku operasyonên wan ên ji bo paqijkirina axa Sûriyeyê ji çeteyan wê bi ti awayî nesekinin û wiha dewam kir: "Plana Serokkomarê Tirk Erdogan a 'Em ê Bab ê bi dest bixin, Minbicê dorpêç bikin' dikare herêmê bixe nava felaketê. Lazim e kes ne li bendê be ku em ê li pêşberî van planên qirêj ên dewleta Tirk bêdeng bin. Ji ber ku xwediyê rasteqîn ê vê axê em in. Ji bo rizgarkirina vê xakê ji çeteyan, me berdêlên giran dan. Bi dagirkirina Cerablûsê re wê dewleta Tirk hê bêhtir gelan bêşîne. Niha jî dixwaze dagirkeriyê heta Babê bidomîne û bikeve navbera kantonên me. Ev nêzîkatiyeke gelekî xetere ye û şerê Sûriyeyê wê bigihîne asteke herêmî. Mejiyê rêveberiya dewleta Tirk mejiyê DAIŞ'ê ye û dixwaze rejîmeke Îslamî ava bike. Çeteyên DAIŞ'ê jî ji bo armancên xwe yên qirêj bi kar tîne. Bi desteka ji bo çeteyên li Sûriyeyê re dixwaze peşî li hêzên demokratîk bigire.

Rizgarkirina Minbicê hesabên dewleta Tirk ên li herêmê xera kir. Lewma naxwaze hêzên me bi pêş ve biçin kanton bigihêjin hev. Dewleta Tirk bi xewn û xeyalên Osmanî radibe. Ji bo vê jî çeteyên DAIŞ'ê û komên din ên çete li dijî gelên Sûriyeyê bi kar tîne. Ji ber vê yekê ev 5 sal in êrîşî Sûriye û Rojava dike û hewl dide nirxên azadiyê yên gelê Kurd ji holê rake. Êrîşa niha ya li dijî Şehba û Kerkûkê jî encama vê dijminatiyê ye. Di nava hêzên me yên ku dewleta Tirk êrîşî wan dikin de Kurd, Ereb, Suryanî-Asûrî û gelên din hene. QSD ji roja destpêkê ve ji bo azadiya gelên Sûriyeyê tevdigere. Li ser daxwaza gelan, herêm ji dagirkeriya çeteyan rizgar kir. Niha jî li herêmên em dixwazin rizgar bikin, gelên lê dixwîn daxwaza wan ji me hene. Gel ji me dixwazin em destekê bidin wan ku ji hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê rizgar bibe."

'QSD LI GORÎ BERJEWENDIYÊN GELAN TEVDIGERE'

Gabrîel diyar kir, herêmên ji aliyê Hêzên Şoreşger ve hatine rizgarkirin, bûne hedefa êrîşên dewleta Tirk ên bi balafiran û çekên giran û got, "Ev yek jî têkiliya qirêj a navbera her du hêzan nîşan dide. Cîhan tev dizane ku ji Şengalê heta Minbicê, hêza hemû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê şikand û gel azad kir, QSD û pêkhateyên wê ne. Dewleta Tirk hewl dide li herêmê hêzeke bi xwe ve girêdayî ava bike. Ji bo vê jî planên qirêj dike û gelan dike qurbanên berjewendiyên xwe.

QSD ji roja ava bûye û vir ve li gorî berjewendiyên gelan tevdigere û ji bo jiyaneke aştiyane têdikoşe. Bi vê armancê, li Hol, Şedaddê, Tişrîn û Minbicê mora xwe danî binê gelek serketinan. Mîna ku di felsefeya damezrandinê de hatiye destnîşankirin, QSD li dijî hemû êrîşên li dijî gelan, her tim amade ye têbikoşe. Dewleta Tirk li se navê artêşa azad êrîş dike. Ev êrîş wê ti carî nikaribin bi me û wê me ji têkoşînê venegerîne. Sîstema me ya bi felsefeya pîvanên azadî û biratiya gelan, wê bigihêje hemû gelên li herêmên hatine dagirkirin. Di vê mijarê de em bi biryar in."