Fermandariya YBŞ û YJŞ'ê Newroz pîroz kir

"Ji bo sala 2017’an bibe sala rizgarkirina tevahiya Şengalê, azadkirina hemû dîlên me, ji holê rakirina gefa ferman û xiyanetê, em bang li gelê xwe dikin ku destek û têkoşîna xwe mezin bike û bang li ciwanan jî dikin ku tevlî refên YBŞ-YJŞ’ê bibin."

Fermandariya YBŞ û YJŞ'ê bi wesîleya Cejna Newrozê peyamek weşand. Di destpêka peyamê de Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedêran û gelê Kurd hat pîrozkirin û hat gotin, "Di vê rojê de ku banga jiyana nû û berxwedanê ye, di serî de Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan û hemû şehîdên Newrozê ku bi jiyan û berxwedana xwe wate dane Newrozê û bûne sembol bi rêzdarî û minet bibîr tînin, soz didin ku em ê xeyala wan a jiyanek azad û adîl pêk bînin."

Fermandariya YBŞ û YJŞ'ê wiha dewam kir: 

"Gelê me ku yek ji gelen qedîm ên Rojhilata Navîn e, xwe bi agirê pîroz  afirandiye û hebûna xwe heta roja îro aniye, wek gelê agir û rojê li hemberî her cure êrîşên dagirker û metêngeriyê hebûna xwe parastiye, dest ji nirxên xwe yên civakî û baweriya xwe bernedaye. Agirê Newrozê ku ji bo gelê me watebûn û nasname ye, di heman demê de ji bo hemû bindestên ku bi hezaran salan de tên tepisandin, zilm li wan tê kirin û xaka wan tê dagirkirin jî bûye sembola azadiyê û li herêma me heta roja îroyîn veguheriye ruhê berxwedan û raperînê. Newroz li hemberî zilma Dehaq bûye rojeke ku hemû gelen Rojhilata Navîn li dora agirê raperînê yê Kawayê Hesinkar xwe birêxistin kirine, teslîmiyet qebûl nekiriye û têkoşîn bilind kirine. Her serdemeke dîroka şaristaniyê, dîroka hewldanên êrîş û dagirkeriya li ser gelê me yê ku koledarî û mêtingerî qebûl nekiriye. Gelê me her carê sînor, koledarî û mêtingeriya ku şaristaniyê ava kiriye perçe kir, teslîm nebû û bi berxwedan û îsrara jiyana azad re, bûye gelê agir û Newrozê.

'MEŞA AZADIYÊ YA RÊBER APO LI ÇIYAYÊ ŞENGALÊ GEŞTIR BÛYE'

Gelê me ku di rênasiya ruh û berxwedana Newrozê de her roj hinek din nêzî jiyana azad dibe, bi berxwedana me ya bihişmet a  Şengalê re ji bo hemû gelen Rojhilata Navîn ên bindest û hemû nasnameyên tine tên hesibandin bûye pêşeng û wê bibe mîsogeriya azadiya wan. Meşa azadiyê ku Rêber APO di Newroza 1973’yan de daye destpêkirin, li çiyayên Şengalê yên pîroz hîn geştir bû û di serî de gelê me yê Êzidî ji bo tevahiya gelên bindest veguheriye meşaleyek jayana azad. Di bin ronîkirina van meşaleyan de gelê me li hemberî her cure dagirkerî û xiyanetê, li hemberî êrîşên dagirkeriyê ku di dîrokê de mînakên wan kêm tên dîtin, bi biryardariyek mezin jiyanek nû û azad ava dike."

'ÊZIDÎ LI SER RÊYA RÊBER APO BER BI AZADIYÊ VE DIMEŞE'

Fermandariyê diyar kir, civaka Êzidî li ser xeta berxwedan û raperînê ya Newrozê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mezin û bilind kiriye, ber bi jiyana azad ve dimeşe û got, "Di vê meşa xwe de li ser şopa şehîdên Newrozê Mazlûm Dogan, Rahşanan, Zekiye û Ronahiya lehengên mezin afirandin û li hemberî her cure nemerdî û xiyanetê bûye rûmet, serbilindiya Êzdayetî û sembola berxwedana Şengalê. Gelê me di xeta mezin a berxwedanê ku Rêber APO pêşengiya wê dike û bi rênasiya şehîdên me yên mezin, hebûna xwe ji nû ve çêkiriye. Bi vê yek ê jî li hemberî hewldanên dagirkerî û xiyanetê bi têkoşîna xwe bersiva herî rast daye.

Di van rojên ku tê xwestin lîstokên qirêj ên li dijî gelê me ji nû ve bên plankirin, her wiha tê xwestin ku hewldanên ferman-qirkirinê ji nû ve bên kirin de, pêdivî heye ku gelê me ji her demekê zêdetir  yekîtiya xwe bi hêz bike û têkoşîna xwe mezin bike. Çawa ku gelê me li welat, bi taybetî li Şengalê û li çar aliyê cîhanê li hemberî hewldanên xiyanet û nokeriyê helwestek rast nîşan daye û bi berxwedana xwe nehiştiye ku hewldanên fermanê encam bigirin, bi heman rengî destûr nade ku hewldanên dagirkeriya xiyanetê jî encam bigirin. Li ser vê bingehê, em berxwedana hevrêyên xwe yên ku li hemberî êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê di zindanan de di greva birçîbunê ya bê dem û bê dorveger de ne silav dikin û dibejin ku ev berxwedan wê bi rihê Newroza ku sembola azadiyê ye bi serketinê tacîdar be."

JI BO SALA 2017'AN BIBE SALA AZADIYÊ, BANG LI GEL Û CIWANAN HAT KIRIN

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Di vê wateyê de em careke din Newroza gelê xwe ku di her şert û mercan de li gel me ye û din ava berxwedanê de ye, her wiha Newroza hevrêyên xwe yên di kozikên berxwedanê de ne pîroz dikin. Ji bo ku sala 2017’an bibe sala rizgarkirina tevahiya Şengalê, azadkirina hemû dîlên me, ji holê rakirina tehdîda ferman û xiyanetê, em bang li gelê xwe dikin ku destek û têkoşîna xwe mezin bike û bang li ciwanan jî dikin ku tevlî refên YBŞ-YJŞ’ê bibin."