Fermandariya YBŞ'ê: Em ê hesabê Qamişlo bipirsin

Fermandariya YBŞ'ê li ser komkujiya 27'ê Tîrmehê ya li Qamişloyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û soz da ku ew ê hesab ji qetlîamkeran bipirsin.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), li ser komkujiya 27'ê Tîrmehê ya li Qamişloyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir, ku ew ê hesabê komkujiyê bipirsin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, çeteyên DAIŞ'ê wê bi komkujiyan nikaribe pêşî li tinebûna xwe bigirin û hat gotin, "Çeteyên tecawizkar û li derveyî mirovahiyê, ku nikarin xwe li ber têkoşîna me ya azadiyê bigirin û roj bi roj tine dibin, bi qetilkirina sivîlan ve dixwazin çavên gel bitirsînin. Çeteyên DAIŞ'ê yên taşeron, hêzên mêtînger û nokerên herêmî yên wan bi rê ve dibin, wê ji niha û pê ve jî bi van komkujiyên ku hemû nirxên mirovahiyê binpê dikin, bi ser nekevin. Ne dikarin pêşî li têkoşîna bi rûmet a gelê me bigirin, ne jî wê karibin xwe ji tirs û tinebûnê rizgar bikin."

Fermandariya YBŞ'ê diyar kir, divê têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê were xurtkirin û ji malbatên mirovên di komkujiya li Qamişloyê de jiyana xwe ji dest dan û tevahiya gelê Kurd re sersaxî xwest.

Fermandariyê destnîşan kir ku wê hesabê komkujiyê bipirsin û got, "Gelê Rojava yê welatparêz, wê bi xwedîderketina li têkoşîna azadiyê û sîstema konfederal a demokratîk bersivê bide êrîşên hovane. Di van rojên ku em dikevin sala 3'an a fermanê de, em soz didin gelê xwe, ku em ê hesabê komkujiyan bipirsin."