Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê Cejna Çarşema Sor pîroz kir

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê, Cejna Çarşema Sor ya Êzidiyan pîroz kir û got:" Li hember hemû hewldanên êrîş û tinekirinê, bi hezarê salane ku ji aliyê gelê me ve bi coşek mezin, biryara jiyanek azad û bi ruhê berxwedan û yekîtiyê tê pîroz kirin."

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê, bi daxuyaniyekî nîvîskî têkildarî Cejna Çarşema Sor a Êzidiyan peyamekî pîrozbahiyê weşand. Di peyamê de cejn tê pîroz kirin û diyar kir ku cejn di nav gel de weke rojên parvekirin û yekîtiyê ne.

Di peyama Fermandiya YBŞ'ê de wiha tê gotin:

"Ji bo Cejnên ku bûne sembola biratî, hêvî û kêfxweşiyê, di vê erdnîgariyê de heya dawiya cîhanê neyên jiyan kirin, di Rojhilata Navîn de ola herî kevnar ya Êzidiyatî û çand û nirxên wê ji pelên dîrokê bên rakirin, êrîşên herî qirêj, tarî û hovane di vê demê de tên kirin. Di demek wiha de pîrozkirina Çarşema sor pir bi wate û girîg e. Tê xwestin olên ku bûne bingehê biratî, xweşikbûn, edelet û bereketê ji holê bên rakirin. Li şûna wan daxwazên jiyanek ku xwe dispêre deshilatdariya reş, zalim û bê ruhim bidin ava kirin. Li ser vê bingehê cejin di nav gelê me de wek rojên parvekirin û yekitiyek bi hêz û herwiha li hember êrişên faşîzmê û dagirkeriyê wek têkoşînek hebûna xwe parastin pêwîste bê pîroz kirin.

Di hatina ola Êzidiyatî heya roja îro de, di nûkirina zanabûyîna me ya dîrokî de rola Çarşema Sor xwedî cihek pir girîng e. Li hember hemû hewldanên êrîş û tunekirinê, bi hezar salane ku ji aliyê gelê me ve bi coşek mezin, biryara jiyanek azad û bi ruhê berxwedan û yekîtiyê tê pîroz kirin. Em bi hêviyên ku gelê me û hemû gelên bindest jiyanek wekhev, edelet û azad ava bikin, Çarşema Sor ji hemû gelê xwe û rêhevalên xwe yên ku di çeperan de şer dikin pîroz dikin. Êrîşên li hundir û derve ku li hember hembûn, bawerî û azadiya gelê me tên pêşxistin, em soz didin ku em ê li hember van êrîşan heya dawiyê bi gelên xwe re berxwe bidin, têkoşîn bikin. Em bang li gelê xwe dikin ji bo mezinkirina rêxistinbûn û têkoşîna xwe tevlê YBŞ’ê bibin."