Fermandara YJA Starê Aryen Cûdî jiyana xwe ji dest da

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku Aryen Cûdî di 18'ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest daye.

Ji Fermandarên YJA Starê Aryen Cûdî, ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku Aryen Cûdî di 18'ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 18'ê Mijdarê, ji fermandarên hêja yên artêşa me YJA Starê hevala me Aryen Cûdî, ji ber krîza dil şehîd ket. Hevala me Aryen, hevaleke me ya jin bû ku ji aliyê gelê Botanê yê bi hêza vîna xwe ya serî natewîne, li hemberî her şêwe êrîş, şewitandin, hilweşandinê ji çanda xwe, ji xaka xwe qut nebûye hatiye mezinkirin û bi bêhna wê xakê xwe gihandiye. Li Gundikê Remo yê ku di salên 1993-1994'an de ji ber ku cerdevanî qebûl nekir hat şewitandin, bi çîrokên berxwedanê mezin bû. Serînetewandina li pêşiya zilmê, venegera ji rûmet, doz û sekna xwe ya însanî, tevî gelê herêmê karaktera wê ya bingehîn bû. Ji ber vê yekê, di temenekî gelekî ciwan de, bi coş û kelecaneke mezin, ji bo êşa hatiye kişandin bê rakirin, jiyana hêja siyarî gelê xwe bike û ji gel re bibe bersiv, tevlî nava refên gerîla bû."

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser jiyana têkoşînê ya Aryen Cûdî û hat gotin: "Hevala me Aryen di tevahiya jiyana xwe ya tekoşînê de her tim hewl da di vê çarçoveyê de tevlîbûnê bike û di nava şert û mercên herî zehmet de bêwestan têkoşiya. Hevala Aryen di pêşengiya Rêber Apo de weke jinekê xwe gihand cewhera xwe û wateya ji nû ve afirandina xwe. Bi kevneşopiya berxwedanê ya xaka Botanê re ji bo ji nû ve afirandina xwe, têkoşiya. Lewma bû yek ji fermandarên pêşeng ên Îdeolojiya Rizgariya Jinê. Hevala Aryen ku bi taybetmendiyên xwe yên berxwedêrî, zîrek, xwedî hişmendiya jinê û hevrêtiya ji dil re yek ji fermandarên me yên pêşeng bû, bi şêweyeke ku kes ne li bendê bû şehîd ket. Ji bo em daxwaz û armancên wê bi cih bînin, em vê êşa windakirina wê, vediguherînin hêrs û hêzê. Weke jineke Botanî yek ji daxwazên xwe, têkoşîna li ser xaka xwe bû. Em dizanin ku temamkirina vê daxwaza nîvcomayî ya hevala Aryen, bi temamkirin û bi serxistina pêvajoya pêngava şoreşgerî dibe. Bi vê bîr û baweriyê re em ji malbata wê, ji tevahiya gelê xwe re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku em ê bîranîna fermandara xwe Aryen bigihînin pêvajoyeke pêngavî ya nû, vê pêvajoya pêngavê bi ser bixînin û di şexsê wê de soza xwe dubare dikin ku em ê hêjayî hemû şehîdên xwe bin."

Nasnameya Fermandara YJA Starê Aryen Cûdî:

Nasnav: Aryen Cûdî
Nav û paşnjav: Meryem Îzer
Ji dayikbûn: Şirnex
Navê dê û bav: Halîme-Omer
Şehadet: 18'ê Mijdara 2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

...