Ermeniyên ji Helebê li qadên azad in

Ermeniyên ji Helebê yên ji ber dagirkeriya çeteyan cih û warên xwe terikandin, piştî ku taxên rojhilat ên Helebê ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve hatin rizgarkirin, vegeriyan taxên xwe.

Ermeniyên li Sûriyeyê, ku piranî li Helebê dijîn, bi destpêkirina şerê Sûriyeyê re, piştî ku komên çete El Nûsra, Ehrar El Şam, Ceyş El Îslam û Sûltan Mûrad êrîş û komkujî kirin, neçar man cih û warên xwe biterikînin. Ermeniyên ji komkujiya çeteyan reviyan, xwe li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Helebê yên ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve tên kontrolkirin, girtin.

PIŞTÎ DAGIRKERIYÊ, LI CIH Û WARÊN XWE VEGERIYAN

Ermeniyên ku ji ber dagirkirina taxên wan cih û warên xwe terikandin û xwe li Rojava, Lubnan û Ermenîstanê girtin, piştî ku taxên rojhilatê Helebê ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve hatin rizgarkirin, serdana taxên xwe yên lê ji dayik bûn û mezin bûn, kirin.

Ermeniyan dan xuyakirin ku gelek Ermenî ji bo xwe ji êrîş û komkujiyan biparêzin, dest ji mal û taxên xwe berdane û xwe li Ermenîstan, Lubnan, Rojava, yan jî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê girtine.

Ermeniyên ku piştî têkbirina dagirkeriyê li taxên xwe vegeriyan gotin, "Vî şerê hilweşîner ê Sûriyeyê herî zêde bandor li Ermeniyan kir. Mîna qirkirina sedsala 20'an, qirkirineke mezin di sedsala 21'an de bi serê me ve hat."

Ermeniyan diyar kirin, ew kêfxweş in ji ber ku taxên wan ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve hatine rizgarkirin û anîn ziman, ku ew di demeke nêz de dixwazin ji nû ve li malên xwe bi cih bibin. Ermeniyan dan zanîn, beriya şer nifûsa Ermeniyan a li Helebê 70-80 hezar bû, lê piştî şer hejmara giştî ya Ermeniyên li Sûiryeyê daketiye 15 hezarî. Ermeniyan gotin, ev hejmar roj bi roj kêm dibe.

SERDANA DARECEZE YA BOSTANPAŞA KIRIN

Ermeniyan ragihandin, hemû dêrên Ermeniyan, weqfên Ermeniyan, malên Ermeniyan ji aliyê komên çete ve hatine şewitandin û xerakirin û weqfa Ermenî Dareceze ya taxa Bostanpaşayê ziyaret kirin, ku ji aliyê çeteyan ve hatiye şewitandin, xerakirin û talankirin.

Di dema serdana Dareceze de Ermeniyan gotin, "Ev şer û hilweşîn li gelên Sûriyeyê nayê. Ermenî û gelên din ên li Sûriyeyê, divê hîn bêhtir xwe li hev bigirin.

Ermenî, Suryanî û Kurd gelên herî qedîm ên Rojhilata Navîn e. Ti kes nikare van gelan ji nedîtî ve bên. Ev gel gihîştine wê astê ku dikarin parastina xwe bikin. Têkoşîna demokrasî û azadiyê, li her devera Sûriyeyê bi pêşengiya van hêzan dewam dike. Û serketin jî wê ya gelên berxwedêr be.

Her wiha em spasiya hêzên YPG/YPJ'ê dikin ku xwedî li nirxên me derketine û gelên me parastine. Hêzên YPG/YPJ di nava 6 salan de bi rengekî vekirî nîşan dan, ku ew ji bo azadiya hemû gelên Sûriyeyê şer dikin. Bi rastî jî weke gelên Sûriyeyê em minetdarê hêzên YPG/YPJ'ê ne."