Êrîşên li gundê Talatê giran bûn; xanî tên xerakirin û şewitandin
Hêzên dewleta Tirk, êrîşên xwe yên li gundê Talatê, tanê vê sibehê girantir kirin. Tê gotin, gelek xaniyên li gund hatine xerakirin û şewitandin.
Hêzên dewleta Tirk, êrîşên xwe yên li gundê Talatê, tanê vê sibehê girantir kirin. Tê gotin, gelek xaniyên li gund hatine xerakirin û şewitandin.
Terora dewleta Tirk a li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê, 15 roj li dû xwe hişt. Li gundê Talatê jî, ku ev sê roj in hatiye dagirkirin, êrîşên hêzên dewleta Tirk dewam dikin. Di du rojên dawî de êrîş giran bûne. Hêzên dewleta Tirk gelek xaniyên li gund xera kirin, şewitandin û gelek kes jî kirin bin çavan.
Gundiyan gotin, li gund teqînên gelekî dijwar rû dane û hêzên dewletê hê jî xaniyan xera dikin.