Endamê Erka Xweparastinê Şiyar Naso ber bi rêwîtiya dawî hate birêkirin

Cenazeyê Şervanê Erka Xweparstinê Şiyar Naso ji aliyê sedan welatiyan ve hate oxirkirin.

Bi sedan welatiyên kantona Efrînê ji bo oxirkirina cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Şiyar Naso ku di nava dewreya 5’emîn a erka xweparastinê de cih digirt û jiyana xwe ji dest da, li pêşiya Nexweşxaneya Avrîn a li bajarê Efrînê kom bûn.

Şiyar Naso di 24’ê Tebaxê de dema ku li gundê Qestel Cindo yê girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê erka xwe ya parastinê bi cih tanî, jiyana xwe ji dest da.

Karwanê cenaze di nava kolanên sereke yên bajarê Efrînê re derbas bû. Kesên ku beşdarî merasîmê bûne, alên Hêzên Erka Xweparsatinê û wêneyên şehîd Şiyar Naso bilind hildan û dirûşmeyên “Şehîd Namirin” berz kirin.

Welatiyên taxên bajêr jî li kêleka kolanan alên TEV-DEM, YPG û YPJ di dest de, karwanê cenazeya şehîd bi tilîlî û nîşaneyên serkeftinê pêşwazî kirin.

Piştî ku karwan gihişte Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna yê Efrînê merasîmeke leşkerî hate pêşandan. Piştre ji fermandarên Hêzên Erka Xweparstinê Munzir Rojava axaftinek kir û ji malbata şehîd û tevahiya welatiyên kantonê re sersaxî xwest.

Munzir Rojava bal kişand ser girîngiya Erka Xweparastinê, bang li welatiyan kir ku bi awayekî çalak tevlî xebatên parastinê bibin.

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê jî Meryem Henan axivî, berpirsyartiyên ku xelkên kantona Efrînê destnîşan kir.

Paşê belgenameya şehadetê ya Şiyar Naso ji aliyê Endamê Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk Rizgar Hesen ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Şervanên Erka Xweparsatinê cenazeyê hevalê xwe rakirin ser milan û di nava dirûşmeyan de ber bi bêdawîtiyê ve verêkirin.