‘Eger me hesabê Roboskî bipirsiya wê qetlîama Cizîrê nebûya’

Malbatên Roboskiyî li ser gorên zarokên xwe hatin cem hev, wiha hat gotin: “Eger me hesabê Roboskî bipirsiya, wê niha nikarîbana li Cizîrê qetlîam bikirana.”

Malbatên 34 kesên ku 28’ê Kanûna 2011’an li gundê Roboskî yê girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê ji aliyê balafirên şer ên Tirk hatin qetilkirin, cara 215’emîn li Goristana Roboskî kom bûn, banga ‘edaletê’ dûbare kirin. Di daxuyaniya çapemeniyê ya pankarta, “Ji Roboskî re edalet, fail bên dadgehkirin’ hat hilgirtin de Hevşaredarê Qilebanê Yûnûs Urek, rêveberên DBP û HDP’ê amade bûn.

Li ser navê malbatan Ceylan Urek daxuyaniya çapemeniyê da, diyar kir ku rejîma Erdogan şerê xwe yê li hember Kurdan di jêrzemînên Cizîrê de bi înfazkirina mirovan didomîne, wiha got: “Wek 1505 roj berê talîmata Erdogan û emrê Fermandarê Giştî yê ‘lê bide’ çawa 17 jê zarok 34 xizmên me bi awayekî hovane hatin qetilkirin, niha li Cizîrê jî yên pêk tên polîtîkayên zilm û qetlîama Erdogan a li hemberî Kurdan e.”

Urek got, yên li hember qetlîamê bêdeng dimînin û yên nabînin hevparê wehşetê ne, wiha bang kir: “Eger me hesabê Roboskî bipirsiya wê niha nikarîbana li Cizîrê qetlîam bikirana. Em ji vir bang li tevahî beşên civakê dikin: Êdî li hember vê wehşetê deng bidin, li hember vê polîtîkaya zilm û qetlîamê nerazîbûnên xwe deynin holê, bila êdî zarokên me nemirin.”