Di teqîna li Qamişlo de endamekî Asayîşê jiyana xwe ji dest da

Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojava ragihand ku endamekî wan di teqîna bajarê Qamişlo de jiyana xwe ji dest daye û 3 jî birîndar bûne.

Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojava ragihand ku endamekî wan di teqîna bajarê Qamişlo de jiyana xwe ji dest daye û 3 jî birîndar bûne.

Der barê êrîşa bombeyî ya îro li bajarê Qamişlo pêk hat de, Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da raya giştî.

Li gorî daxuyaniyê, îro saet di 08.30’an de motosklîteke bombebarkirî ku dewriyeke hêzên Asayîşê armanc girtiye, li taxa Kornîş a bajarê Qamişlo teqiya. 

Di encamê de endamê Hêzên Asayîşê Dilovan Mihemed Taha jiyana xwe ji dest da û 3 endamên din tevî hin welatiyên sivî jî birîndar bûn.

Asayîşa Rojava ji malbata Dilovan û gelê herêmê re sersaxî xwest û diyar kir ku ew ê heta dawiyê aramiya herêmê biparêzin.