BI DÎMEN

Di dorpêçiya Tebqayê de du şervanên Fransayî û Kanadayî

Cîlo Zagros ê Fransayî û Gabar Tolhildan ê ji Kanadayê, di operasyona rizgarkirina Tebqayê de cih digirin.

Têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê, di dîroka me ya nêz de li Spanyayê li dijî Franco û li Îtalyayê jî jli dijî Mûssolînî ji aliyê şoreşgerên gelên cîhanê ve hate meşandin. Navenda vê têkoşîna şoreşgerî ya roja îro jî Rojava ye. Li dijî faşîzma çeteyên DAIŞ'ê, mirovên ji gelek welatan hatine di nava refên têkoşînê de cih digirin.

Du ji van şervanan jî; şervanê ji Fransayê yê bi nasnav Cîlo Zagros û şervanê ji Kanadayê yê bi nasnav Gabar Tolhildan e. Zagros û Tolhildan, ji bo rizgarkirina bajarê Tebqayê ji çeteyên DAIŞ'ê, li nava refên herî pêş ên li taxên Tebqayê cih digirin.

Her du şervan ji ANF'ê re axivîn û gotin, ew ji bo azadî û biratiyê li vî erdî ne.

Pêngava ji bo rizgarkirina Tebqayê ji çeteyên DAIŞ'ê gav bi gav bi rengekî serketî dewam dike. Bi temamî dor li Tebqayê hatiye girtin û şervan niha ber bi navenda bajêr ve diçin.

Li aliyê başûr û başûrojava yê Tebqayê ve şervanan gelekî bi pêş ve çûne. Beşeke girîng a taxên Skenderiye û Ayîd Saxîra ji çeteyan hatin paqijkirin.

Yek ji şervanên ku di operasyona Tebqayê de cih digirin Gabar Tolhildan ê ji Kanadayê ye. Di sala 2015'an de hatiye Rojava û ev du sal in li dijî çeteyên DAIŞ'ê tevlî gelek pêngavan bûye. Tolhildan destnîşan dike, ku ew kêfxweş e ji ber ku li eniya Tebqayê ye û dibêje, "Em niha li taxên Tebqayê yên ku me ew rizgar kirin e. Çeteyên DAIŞ'ê ne tenê li ser Rojhilata Navîn, her wiha li serê hemû gelên cîhanê bela ye. Bi qasî du sal in ez li Rojava me. Di nava vê demê de ez tevlî gelek pêngavên li dijî DAIŞ'ê bûm. Niha jî li Tebqayê me û kêfxweş im. Ev demek bû ku dor li Tebqayê hatibû girtin. Niha jî me berê xwe dane navenda bajêr. Ji bo azadî û biratiyê ez li vê axê me."

Şervanekî din ku tevî Tolhildan ê Kanadayî û şervanên Kurd û Ereb şer dike, Cîlo Zagros ê ji Fransayê ye. Zagros tîne ziman ku berî du mehan ew hatiye Rojava û di demeke kurt de bûye xwedî tecrûbeyên leşkerî. Zagros wiha dewam dike: "Ji bo azadiyê, têkoşîneke girîng li ser vê axê tê dayîn. Vê yekê bala min kişand. DAIŞ dijminê tevahiya mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê ez gelekî bi moral im ku li vir im û li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikim. Gelekî bi moral im ku dibînim DAIŞ têk diçe. Em niha li taxên bajarokê Tebqayê ne. Em ê hîn bi pêş ve biçin û Tebqayê ji çeteyên DAIŞ'ê azad bikin."