Dewleta Tirk navê çeteyên xwe yên li Cerablûsê diguherîne

Dewleta Tirk, li şûna DAIŞ'ê, komên nû yên ser bi xwe ve li Cerablûsê bi cih dike. Di vê çarçoveyê de top avêt Cerablûsê.

Dewleta Tirk ji bo nêhelê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Cerablûsê ji DAIŞ'ê paqij bikin, ket nava tevgerê û plana xwe ya demeke dirêj e amadekariya wê dikir, dixe meriyetê. Di vê çarçoveyê de, çeteyên DAIŞ'ê yên li vî bajarî di bi navê 'Artêşa Azad' de birêxistin dike. Hikûmeta Tirk ku piştî rizgariya Minbicê ket nava panîkê, ji bo Cerablûs ji bin kontrola wê dernekeve, gavan li pey hev davêje. Ji Enqereyê heye ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk wê li hemberî 'Artêşa Azad' operasyonê neke, lewma lîstikeke nû li Cerablûsê xist dewrê. Çeteyên DAIŞ'ê yên Cerablûs dagirt kirine, li nava Tirkiyeyê perwerde dike û di bin navê 'Artêşa Azad' de tev digerîne. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, Tirkiye hewl dide vê plana xwe bi lihevkirina bi DAIŞ'ê re bi cih bîne. Çavkaniyên li herêmê dibêjin, ti êrîş li hemberî DAIŞ'ê nehatiye kirin, Tirkiye nîşan dide nîşan bide ku 'li dijî DAIŞ'ê şer dike' û li ser sînor dest bi topbaranê kiriye.

ÇIMA?

Tirkiye bawer dike, ku QSD û YPG wê li hemberî DAIŞ'ê operasyonê pêk bînin û bajêr rizgar bikin. Lewma hewl dide Cerablûsê ne bi navê DAIŞ'ê, di bin navê 'Artêşa Azad' de bi rê ve bibe. Bi vî rengî wê Cerablûs neyekser jî be, wê dîsa di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de be û Hêzên Sûriyeya Demokratîk wê operasyonê li vir neke. Lewma kes û komên Cerablûs dagir kirine yek in, bi tenê wê navê wan guhertî be.

Rayedarên AKP'ê gelek caran dan xuyakirin, ku ew li Rojava û Bakurê Sûriyeye li dijî hebûna korîdoreke Kurd in. Lê belê, ji ber ku li ser sînor nema dikare DAIŞ'ê biparêze, heman komên çete di bin navê 'Artêşa Azad' de nîşan dide û dixwaze bi vî rengî van komên çete biparêze.

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê Ebdulseta El Cadir pêr ji aliyê endamên MÎT'ê ve hatibû qetilkirin. Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê dabû xuyakirin, ku wan endamê MÎT'ê yê kujer, girtine.

CERABLÛS

Cerablûs li pêşberî navçeya Karkamiş a Dîlokê ye. Ji 6'ê Çileya 2016'an û vir ve di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de ye. Ji bo çete derbasî nava Rojava û Sûriyeyê bibe, ev der weke cihekî girîng e ji bo komên çete.